32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî 2022-08-18 09:04:49   ŞIRNEX - Tole Deger a ku hê 23 salîbû ji gundê xwe bi darê zorê hat derxistin, niha jî 55 salî ye û tenê daxwaza wê ew e ku vegere gundê xwe ku 32 sal in nûçeyê.    Di sala 1990'an de gundê Bilikan yê bi ser navçeya Sîlopiya Şirnexê ve piştî ku hat valakirin hat şewitandin. Şêniyên gund ji ber valakirina gund ji neçarî li bajaran bi cih bûn. Gundê ku di bin navê "ewlehiyê" de hatiye valakirin, 32 sal in çûn û hatina ji gund qedexe ye. Welatiyên herêmê her sal bi daxwaznameyê destûr dixwazin, lê bi mehan ev daxwazname bêbersiv dimîne. Di heman demê de li vî gundê qedexekirî birîna daran jî dest pê kiriye. Ji şêniyên gund Tole Deger a ku 55 salî ye, di 23 saliya xwe de ji gund hatiye derxistin, 32 sal in nikare biçe gund. Deger a ku bi hesreta gundê xwe dijî daxwaz dike ku qedexeya ku 32 sal in bênavber didome bê rakirin.    'ÇIMA JI ME RE QEDEXE YE?'    Deger anî ziman ku dema ew li gund bi qasî bajaran zehmetiya jiyanê nedikişandin û piştî ew li bajêr bi cih bûn zehmetiyên jiyanê jî destpêkirin û wiha got: "Di salên 90'î de dewletê em ji gund derxistin. Di gund de tu pirsgirêk nebûn, lê em ji gund hatin derxistin. Jiyana me ya gund gelek xweş bû. Me li gund çandiniya genim, cih, nîsk, birinc, pîvaz, kartol dikir. Her cure fêkiyên me hebûn. Wextê em ji gund hatin derxistin, me tenê cilê xwe girt ser xwe û em derketin. Niha jî em nikarin biçin gundê xwe. Dinya alem bi serbestî diçin gundê xwe lê em nikarin biçin. Di vê deşta Silopiyayê de tiştek tune ye ku zarokên me bixwin. Çima her kes li ser gundê xwe ye, çima ji me re qedexe ye? Em çima ji xweşikiyên gundên xwe bêpar dimînin. Çima ji hemû gundan gundê me bêxwedî ye? Em doza gundê xwe dikin."    DEWLETÊ WAN BI DARÊ ZORÊ DERXISTIYE    Deger bi lêv kir ku ji bo çûna gund pergala destûr xwestinê bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha domand: "Niha jî darên fêkiyên me dibirin û dibin difiroşin. Em dixwazin ku biçin ser av û axa xwe. Heta ku rayedarên dewletê nehêlin em nikarin biçin gundê xwe. Rêya gundê me jî tune ye. Dewletê rêya wir jî çênekiriye. Me bi derfetên xwe rêya gund jî çêkir. Lê ji me re qedexe ye. Dewletê em bi darê zorê ji gund derxistin. Ev 32 sal in em ji gund derxistine û ji wir ve ez neçûme. Piştî ku em hatin vê derê jî li ser me êrişên dewletê çêbûn. Ji bo ku em dar û daristanên xwe warê xwe bibînin, destûrê dixwazin. Şûna ku yekî din were darên guzên me bibirin, bila av bidin. Li derûdora gundê me birîna daran hatiye destpêkirin. Çima cerdevan tên darên me dibirin? Heke ku dar zirarê bide ez ê ewilî dara xwe bibirim. Bila vê bêhiqûqiyê bidin sekinandin."    PIR BÊRIYA GUNDÊ XWE KIRIYE    Deger diyar kir ku gundê wê her tim tê bîra wê û li ber çavê wê diçe û tê û wiha got: “Ez pir bêriya gund dikim. Li ber çavê mirov welat şîrîn e. Li bajêr jiyana min di navbera çend metreyan de derbas dibe. Li vir ez nikarim çêlekekî xwedî bikim. Lê li gund ne wisa bû û ez serbest bûm. Gundê me bi av û dar bû. We çi cûre fêkî û sebzeyan bixwesta di gundê me de hebû. Goristanên dayik û bavên me jî li wir in. Lê ji ber ku qedexeye di cejnan de jî em nikarin biçin ser gorên wan. Em rojê 7 caran destûr jî bixwazin nahêlin ku em biçin. Di gundê me de pirsgirêka ‘ewlehiyê’ tune bû. Ez bawer nakim ku weke her kesî rojekî em jî vegerin gund û wan rojên berê careke din bibînin.”