Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin 2022-08-18 09:43:08 STENBOL - Parêzer Vedat Çagirtekîn diyar kir ku miwekîlê wî Mehdî Mihçi 4 rojan di binçavan de bi îşkenceyê re rûbirû maye û polîsan jê re gotiye, “em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin” û bi rêbazên taybet hatiye îşkencekirin.  Mehdî Mihçi di 7’ê tebaxê de li Stenbolê hat binçavkirin û li Şaxa ‘Têkoşîna Dijterorê’ ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê 4 rojan di binçavan de hat hiştin. Parêzerên Mihçi ragihandibûn ku miwekîlê wan bi îşkenceyek giran re rûbirû maye. Piştî îfadeyên wî hatin girtin 20’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û Mihçi şandin Girtîgeha Silîvriyê. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) îşkenceya li miwekîlê wan hatiye kirin di 11’ê tebaxê de ragihand. Rojek piştî daxuyaniya OHD’ê, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu wêneyek Mihçi parve kir û wî hedef nîşan da.    Rêveberê OHD’a Stenbolê û parêzer Mihçi, Vedat Çagirtekîn îşkneceya li miwekîlê wî hatiye kirin nirxand û got ew ê li dijî vî sûcî giliyê polîsan bikin.    ÎŞKENCEYA GIRAN   Çagitekîn diyar kir ku piştî ku Mihçi hatiye binçavkirin polîsan ew li emniyetê birine odeyekê û di bin navê “mulakatê” de agahî jê xwestine û got: “Ji ber ku ew neaxiviye û agahî nedaye wan, polîsan lê daye. Seranserî rojê lêdanê berdewam kiriye û gefa kuştinê li wî û malbata wî xwarin e. Roja duyemîn de wî birine wê odeyê û bi saetan hatiye darizandin û heqaret û gef lê hatine xwarin û bi îşkenceê re rûbirû maye. Miwekîlê mîn dîsa heman rojê ji ber ku hevkartiya bi polîsan re qebûl nekiriye îşkenceya rûmet şikandinê lê kirin e.”    ‘EM Ê HÊZA DEWLETA TIRK NÎŞANÎ TE BIDIN’    Çagirgekîn da zanîn ku îşkenceya sistematik li dijî miwekîlê wî pêk hatiye û got: “Dema me hevdîtina ewil pê re kir, nikaribû biaxiviya. Nikaribû çavê xwe ji ber bêxewiyê veke. Ji ber îşkenceya lê kiribûn wî tirsandibûn. Di kêliya îşkenceyê de polîsan jê re gotiye, ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin, tu nikarî ji vir derkevî. Tu yê bibînî em ê çi bînin serê te’. Gefên wiha giran lê xwarin e.”    ÎŞKENCEYA TAYBET    Çagirtekîn anî ziman ku piştî wan diyar kiriye ew ê li dijî îşkenceya li Mihçi hatiye kirin gilî bikin îşkence sekini ye û wiha axivî: “Midûriyeta Dijterorê bi me re hevdîtin kir. Got îşkence, lêdan û tundî lê nehatiye kirin. Lê tişta ku anîbûn serê miwekîlê min, ji îşkenceyê wêdetir bû. Nikaribû bi me re biaxiviya. Yanî rêbaza îşkenceyek taybet li miweîlê min hatibû sepandin.”    SOYLÛ SER ÎŞKENCEYÊ DIGIRE   Çagirtekîn da zanîn ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li ser Twitterê Mihçi hedef nîşan daye  û tişta Solu kiriye xwestiye miwekîlê wî reş bike û ser îşkenceya hatiye kirin bigire.    ÎŞKENCE SÛC E    Çagirtekîn anî ziman ku li gel Mihçi bi îşkenceyê û muameleya xerab re rûbirû maye jî niha li girtîgehê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û divê derbarê wan polîsên îşkence kirine lêpirsîn bê destpêkirin û îşkence bê tespîtkirin û ew polîs werin cezakirin. Çagirtekîn destnîşan kir ku îşkenceya hatiye kirin cihê wê di hiqûqê de nîne û her çiqas îşkence hatibe qedexekirin jî lê li Tirkiyeyê didome û îşkenceya tê kirin sûc e. Çagirtekîn diyar kir ku Mihçi ji 15’ê tebaxê ve li Girtîgeha Silîvriyê tê ragirtin û niha tevî wê îşkenceyê jî li ber xwe dide û dê giliyê îşkenceyê bikin û pêvajoya hiqûq bişopînin.    MA/ Esra Solîn Dal