Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin 2022-08-18 10:35:49   RIHA - Cigîra Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê destnîşan kir ku êrişên Tirkiyeyê daxwaza şer e û ew ê li dijî êrişan mafê parastina xwe ya rewa bixin dewrê.    Êrişên Tirkiyeyê û hêzên ku Tirkiye piştgirî dide wan, ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Di demên dawî de gelek kesên di nav de zarok jî hene ji ber van êrişan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Cîgira Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê têkildarî êrişan ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.   Nûçeya ANHA'yê bi berfirehî wiha ye:    "Emîne Osê destpêkê wiha got: “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilayê Sûriyê tên wateya ku dewleta Tirk tevî nerazîbûna navneteweyî li hember êrişên wê, dîsa jî êrişên xwe didomîne.”   Emîne Osê wiha domand: “Em wek Rêveberiya Xweser van êrişan wek ragihandina şer dibînin û divê civata navneteweyî van êrişan bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bike û ji bo rawestandina wan xwedî helwest be. Hemû dewletên ku di kirîza Sûriyê de bi rola xwe radibin, berpirsên van êrişan in.”   Emîne Osê wiha pê de çû: “Divê ew li dijî êrişa roja sêşemê 17’ê Tebaxê ya ku di encama wê de gelek kes şehîd û birîndar bûn, helwesteke cidî nîşan bidin. Ev êriş li dijî ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serdestiya Sûriyê ye.”   'DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ BI AWAYEKÎ CIDÎ KAR BIKE’   Emîne Osê wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker baregehên hêzên rêjîma Sûriyê jî topbaran kirin. Divê hikumeta Şamê bi awayekî cidî li hember van êrişan tev bigere. Her wiha em bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku dev ji xaka xwe bernedin.”   RÊVEBERIYA XWESER BI HEMÛ DEWLETÊN XWEDÎ BANDOR RE TÊKILÎ DANÎN   Emîne Osê diyar kir ku ji dema dewleta Tirk li ser dezgehên çapemeniyê bi awayekî eşkere ragihand ku dê êrişî herêmê bike, Rêveberiya Xweser xwe gihand hemû aliyên têkildarî aloziya Sûriyê û wan jî, helwesteke redker li dijî van gefan nîşan da.   Emîne Osê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk hewl da bi rêya hevdîtinên bi hêzên herêmî re erêkirinê bi dest bixe da ku armanca xwe pêk bîne, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Lê ev yek bi dest nexist, ji ber wê rêbazeke ji dagirkirinê xetertir bi kar anî ew ji bombebarankirina herêmê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek. Rojane sûcên şer li dijî şêniyên herêmê pêk tîne. Dewleta Tirk dixwaze projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û dev ji timayên xwe yên firehkirinê li herêmê bernedaye.”   Emîne Osê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li herêmên xwe bimînin û di dema topbaranê de berê xwe bidin stargehên ku Rêveberiya Xweser amade kirine.   Emîne Osê ev yek destnîşan kir: “Rêveberiya Xweser dê li hember van binpêkirinan bêdeng nemîne, ew ê hemû binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me belge bike.”   DEWLETA TIRK ME NEÇAR DIKE KU EM BERSIVÊ BIDIN   Emîne Osê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan wan neçar dike ku di çarçoveya parastina rewa de bersivê bidin û got: “Em jî vê yekê naxwazin, lê eger dewleta Tirk ragihandina şer û hedefgirtina herêmên me bidomîne, wê demê hêzên me yên leşkerî dê erkê xwe yê rewa pêk bînin.”   Emîne Osê di dawiya axaftina xwe de got: “Tevî hemû bangewaziyên berê lê civata navneteweyî  û cîhan erkên xwe nayne cih. Ji ber wê em dîsa bang li wan dikin ku xwedî li erkê xwe yê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkevin û encamên van êrişan, di ber çavan re derbas bikin.”