Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e 2022-08-18 11:29:11   RIHA - Ciwanê bi navê Yûsûf Ûlûg ku di encama teqîna bermayîyên leşkerî de bi giranî birîndar bûbû, 4 roj in di beşa lênêrîna awarte de tê dermankirin.     Ciwanê bi navê Yûsûf Ulug (18) di 14’ê tebaxê de di saetên serê sibê de li gundê Hêvrês ê Bedlisê dema pezê xwe diçêrand, alaveke leşkerî teqiyabû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû. Xetereya jiyana Ûlûg ku beriya 2 mehan ji navçeya Hawêl a Sêrtê bi malbata xwe re ji bo sewalên xwe biçerîne çûbûn Bedlîsê didome. Piştî teqînê malbatê bi derfetên xwe Ûlûg rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê. Lê ji ber ku bijîşkekî pispor li nexweşxaneyê nebû, hate diyarkirin ku Ûlûg sewqî nexweşxaneyeke din were kirin. Bi hinceta cih tune ye nexweşxaneyên Wan, Erzirom, Amed, Êlih û Meletiyê tedawî kirina Ûlûg qebûl nekiribû. Li ser vê yeke Ûlûg, pêr êvarî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Harranê ya Rihayê hate kirin   Di encama teqînê de destê Ûlûg ê rastê jê bû û perçeyên şarapnelê li ser û singa Ûlûg ketin. Rewşa Ûlûg giran e û ev 4 roj in di beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê de tê dermankirin.      Ûlûg ê her sal bi malbata xwe ya li Hawêla Sêrtê wek koçer diçe Bêdlîsê, ne yekem kesê ku ji ber van teqînan jiyana xwe ji dest daye ye. Heya niha gelek kes ji ber van teqînên bermayiyên leşkerî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a Navenda Dokumantasyonê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a di 19’ê mijdara 2021’an de hatibû weşandin, di herêma ku tê de şer tê meşandin de di navbera salên 2011-2021’an de 39 kes ji ber teqîna mayîn û bermayiyên leşkerî yên li herêmê hatine hiştin, jiyana xwe ji dest dane.