Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne 2022-08-20 12:29:51   RIHA - Şandeyek HDP’ê serdana Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar kir û şandeyê diyar kir ku AKP bêedaletiyê diafirîne û dê demek dirêj an kin de edalet bê û faîl cezayê heq kirine bistînin.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê  Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 530’yemîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam kir. Dayik û lawê xwe tevî ku edliye ji ber dawiya hefteyê girtî ye jî dîsa hatin li ber avahiya edliyê nobedê girtin.    Dayik û lawê xwe wêneyên ferdên malbata xwe û dovîza “503 roj in em ji bo jiyanek bi rûmet li benda edaletê ne” bi bariyeran ve daliqandin.    Şandeya HDP’ê ku ji Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, parlamenterên HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî û Omer Ocalan û Dayikên Aştiyê pêk dihat serdana Malbata Şenyaşar kirin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît derbarê têkoşîna xwe de şandeyê agahdar kirin.    ‘AKP BÊEDALETIYÊ DAIFIRÎNE’    Sarûhan Olûç û Mehmet Ruştu Tiryakî di serdanê de axivîn û destnîşan kirin ku Wezareta Dadê û AKP nahêlin ku edalet were vî welatî û bêedaletiyê dafirînin û li her deverê belav kirine û her du sazî nîşaneya bêdaletiya Tirkiyeyê ne. Şandeya HDP’ê diyar kir ku di demek nêz an jî dirêj de be jî dê edalet were vî welatî û kujer cezayê heq kirine dê bistînin û her wiha dê doza malbatê ji nêz ve bişopînin.    Şandeyê kêliyek li gel malbatê nobed girt û piştre ji ber avahiya edliyeyê veqetiya.