Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn 2022-08-20 13:28:19   AMED/ÊLIH - Xizmên Windakiriyan li Amedê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê 27 sal berê hat windakirin û li Êlhê jî li aqûbeta Alî Gunduz ê 24 sal berê hat windakirin, pirsîn.    Xizmên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)  a Şaxa Amedê di hefteya 706’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hildan.    Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û destnîşan kir ku ji bo sûcên li dijî mirovan hatin kirin derkevin holê berpirsiyariya dewletê ye û ew dixwazin dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Zeytûn bi bîr xist ku di hefteyek dawî de 3 girtiyên siyasî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan.    SERPÊHATIYA ABDURRAHÎM DEMÎR HAT XWENDIN    Piştî axaftina Zeytûn, endamê Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Abdurrahîm Demîr ê di 17’ê tebaxa 1995’an de dema diçû Edeneyê û li Qereqola Şavelatê hat binçavkirin û carek din xeber jê nehat girtin xwend.    Akdenîz diyar kir ku Abdurrahîm Demîr dema hatiye windakirn 22 salî bûye û ew ji navçeya Mehserta Mêrdînê ye û di 17’ê tebaxa 1995’an de dema xwestiye biçe serdana xizmên xwe yên li Edeneyê li ser rêya Qoser-Wêranşarê li Qereqola leşkeran hatiye desteserkirin û pişt re malbat û dayika wî hîn dibin ku lawê wan neghişîtiye Edeneyê û hatiye windakirin.    27 SAL IN WINDA YE    Akdenîz da zanîn ku li gel malbat serî li hemû saziyên pêwendîdar dide jî tu agahî ji lawê xwe nagire û 27 sal in winda ye û tu xeber jê nehatiye girtin.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH    Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê di hefteya 542'yemîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hildan. Vê hefteyê serpêhatiya Alî Gunduz ê di 22'ê tebaxa 1998'an de ji mala xwe ya li gundê Helanê yê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve derketiye derve û carek din xeber jê nehatiye girtin, hat xwendin. Rêveberê ÎHD'a Êlihê Zekî Tanguner daxuyaniya vê hefteyê xwend û serpêhatiya windakirina Gunduz parve kir.    Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.