56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn 2022-08-20 15:12:32   DÎLOK - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên maf û hiqûqê 56 qurbaniyên di qetlîama DAIŞ’ê de ya li taxa Beybahçe ya Dîlokê de canê xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn.    Di 20’ê tebaxa 2016’an de DAIŞ’ê li dijî daweta malbatek kurd a li taxa Bebahçe ya navçeya Şahînbeya Dîlokê teqîna xwekuj pêk anî û di qetlîamê de 40 jê zarok 56 kesan canê xwe ji dest dabû. Malbatên qurbaniyan, rêveberên HDP, DBP, Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, rêveberên ÎHD’ê û OHD’ê û rêxistinên civakî yên sivîl li kolana ku qetlîam lê pêk hat, qurbaniyan bi bîr anîn.    Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî di bîranînê de axivî û diyar kir ku qetlîam bi plankirî pêk hat û tevî ku 6 sal di ser qetlîamê re derbas bû jî bi awayek rêkûpêk lêkolîna qetlîamê nehat kirin û xwestin roja herî xweş a kurdan veguherînin şînê. Bînîcî got ew qurbaniyan bi bîr tînin û dê dest ji doza qetlîamê bernedin.    JI BER NASNAMEYA KURDBÛNÊ   Ji Nûnertiya OHD’a Dîlokê parêzer Mustafa Yalçin jî axivî û destnîşan kir ku qetlîam li dijî nasname û çanda kurdan hatiye kirin û bi hovîtiyek herî mezin 56 welatiyên wan hatine qetilkirin. Yalçin anî ziman ku hê jî qetlîam nehatiye ronîkirin û bêhiqûqî berdewam dike.    ÎKTIDAR LI DIJÎ KURDÊN ROJAVA ŞER DAYE DESTPÊKIRIN   Parlamenter Mahmût Togrûl jî diyar kir ku beriya qetlîam pêk bihata dikaribû bê astengkirin û îro îktidar li dijî têkoşerên zîhniyeta DAIŞ’ê şer daye destpêkirin, ya wan dikuje yan jî wan dixe zindanan. Togrûl da zanîn ku kurdên li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê rabûn di hedefa êrişên îktidara Tirkiyeyê de ne.    Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn cihê qetlîam pêk hatiye û bernameya bîranînê bi dawî bû.