Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da 2022-08-20 22:34:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Silêmaniyê ragihand ku di êrişên Tirkiyeyê yên meha dawî de 39 kesan jiyana xwe ji dest daye.   Nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Silêmaniyê û Eniya Piştevaniyê ya Rojavayê têkildarî êrişên Tirkiyeyê de daxuyanî dan.    Li ser navê Nûnertiya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Silêmaniyê Evîn Swêd axivî.    Evîn Swêd êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û got: “Ji 19’ê Tîrmehê heta 19’ê Tebaxê dewleta Tirk bi ÎHA'yan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Ji 30 kesên ku di encama êrişan de şehîd bûbûn 8 jê jin, 7 zarok û 4 jî endamên asayîşê bûn."   Her wiha Evîn Swêd diyar kir ku di êrişan de 5 fermandarên ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de roleke girîng lîstine jî jiyana xwe ji dest dane.   Swêd, bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyê û hêzên girêdayî wê Şehba, Eyn Îsa, Kobanê, Zirgan, Til Temir, Dirbesiyê, Tirbespiyç û Girê Spî û zêdetirî 45 gund bi tank û obusan bombebaran kirine.    Evîn Swêd anî ziman ku di encama topbaranan de 2 jê zarok 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 48 kes jî birîndar bûne û got: “Di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker de 39 welatiyên me şehîd bûne û 73 welatiyên me jî birîndar bûne."