Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin 2022-08-21 10:40:43   MÊRDÎN - Cenazeyên ji 20 kesan 17’an ku di qezaya duh li navçeya Dêrikê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û dest bi veşartinê hatine kirin.    Cenazeyên 20 kesên ku di qezaya duh li navçeya Dêrika Mêrdînê pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê malbatên wan ve dest bi wergirtinê hatine kirin. Cenazeyên ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê, Nexweşxaneyên Dewletê yên Qoser û Dêrîkê û nexweşxaneyên taybet dihatin ragirtin ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û anîn navçeya Dêrikê. Bi hezaran kes ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan li navenda bajêr kom bûn, piştî nimêja cenaze ku hate kirin cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan li cihên cuda hatin veşartin.    Cenazeyên 3 kesên ku hêj nasnameya wan nehatine tespîtkirin wê piştî testa DNA’yê radestî malbatên wan bên kirin. Cenazeyê polis Yahya Ergîn jî ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û ji bo definkirinê birin bajarê wî.    HDP’Ê ŞANDEYEK ŞAND   Piştî bûyerê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlementer Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li navçeyê bi mijarê ve eleqedar dibin.    NAVÊN 17 KESAN WIHA NE   Navên 17 kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan hatin tespîtkirin wiha ne: “Şervan Tanrisever, Mîhrîban Tanrisever, Kemal Dag, Necla Arda, Maşallah Baglayan, Mulkiye Acar, Îsa Ayebe, Hamît Akkoyûn, Înan Berk, Sîttî Abûl, Hatîp Denk, Ahmet Akdag, Mehmet Ekîncî, Bawer Babûr, Îrfan Aktaş, parêzer Baran Açan, polis Yahya Ergun.”