Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû 2022-08-21 13:29:35   MÊRDÎN - Veşartina cenazeyên kesên ku di qezaya li navçeya Dêrîkê de jiyana xwe ji dest dan didome. Şahidên bûyerê diyar kirin ku piştî bûyera ewil bergirî nehatin girtin û TIR’an ji sînorê qanûnî zêdetir bar barkiribûn.    Li herêma Uçyol a navçeya Dêrikê TIR’a aydê Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê dema barê xwe dibir qeza kir û welatî ji bo alîkariyê li dor cihê bûyerê kom bûn. Di dema welatî alîkarî dikirin de TIR’eke din ket nav qelebalixê û di qezaya derketî de heya niha 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên hin kesên jiyana xwe ji dest dan li Goristana Bajêr a Dêrîkê hatin definkirin, kirariyên veşartinê ya cenazeyên din jî berdewam dike. Dema veşartinê de denge lorînan bilind bû gelek kes ji ser hişê xwe çûn. Malbat û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan bi lorînan li goristanê dimînin û cenaze piştî nimêja cenaze tên veşartin.    BEŞTAŞ A HDP’Î: KOMKUJIYEKE MEZIN E    Ji bo veşartina cenazeyan ji Mêrdîn û bajarên derdorê bi hezaran kes tev li merasîmê bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî li goristanê tev li merasîma veşartina cenazeyan bûn. Şandeya HDP’ê bi malbatan re axivî û sersaxî ji wan re xwest. Beştaş a ji malbatan agahî girtin, ji bo bûyera qewimî wiha got: “Komkujiyeke mezin e.”   ŞAHIDÊN BÛYERÊ: PIŞTÎ QEZAYA EWIL BERGIRÎ NEGIRTIN   Di merasîma veşartina cenazeyan a didome de şahidên bûyerê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku pêşiya qezaya ewil bergirî negirtin û qeza pêk hat. Şahidan anîn ziman ku piştî her du TIR’ên qeza kirin, 2 TIR'ên din jî dihatin û bi sekinandina van TIR’an pêşî li bobelateke mezintir hatiye girtin.    Şahida bûyerê Selma Ozcan destnîşan kir ku piştî qeza pêk hat wê berê xwe dabû nexweşxaneyê lê ji nişka ve dîtiye ku TIR’ekî duyemîn tê û wiha axivî: “Pir bilez dihat. Cenaze li erdê bûn. Wê kêliyê anons hat kirin û xwestin her kes xwe bide aliyekî. Gotin ku ‘Du TIR’ên ku frenên wan teqiyane tên. Di navbera wan de nîv saet hebû û ger bergirî bihatana girtin ev bûyer nediqewimî. Li Dêrikê qetlîamek mezin pêk hat.”   ‘BARÊ TIR’AN ZÊDE BÛ’   Endamê Meclîsa Şaredariyê yê HDP’ê Nûrettîn Gokalp ku di qazayê de bi sivik birîndar bû, anî ziman ku wan ji nişka ve dîtiye ku TIR’ekî din tê. Gokalp da zanîn ku TIR’ên qeza kirine aydê Cengîz Holdîngê ne û ev tişt gotin: “Barê TIR’an zêde bû, qetlîamek pêk hat. Di qezaya duyemîn de 18 insan hatin qetilkirin. Dewlet ne bergiriyan digire ne jî ewlehiyê pêk tîne. Divê em bal bikêşin vê mijarê jî.”   Gokalp got ku TIR’a sêyemîn jî nêzî cihê bûyerê hatiye sekinandin.    MA / Ahmet Kanbal