Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan 2022-08-21 14:04:17   WAN - Leşkerên li gundê Boşanê ya navçeya Elbakê operasyon dabûn destpêkirin, welatiyê bi navê Adem Yîgît derb kirin û 3 welatiyên ku girtibûn piştî çend saetan berdan.    Leşkeran li gundê Boşanê ya navçeya Elbakê duh bi şev bi 15 wesayîtan operasyon dabûn destpêkirin. Li gor agahiyên bi dest ketine, leşker welatiyê bi navê Adem Yîgît derb kirine û 3 welatiyên ji gund binçav kiribûn piştî çend saetan berdane. Leşker piştî berdana welatiyan dora saet 02.00'an ji gund derketin.   Hat diyarkirin ku leşkeran di lêgerînan de tiştên gelek malbatan belav kirine.