20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin 2022-08-21 15:13:12   MÊRDÎN - Hejmara kesên ku li Dêrikê jiyana xwe ji dest dane derket 21’an û 20 kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn jî piştî navê wan hatin diyarkirin, hatin veşartin.    Duh TIR’ek a Cengîz Holdîngê ji Kargeha Etî Bakir barê xwe girt û li navçeya Dêrika Mêrdînê qeza kir. Hejmara kesên di vê qezayê de mirine derket 21’an. Tedawiya 6 jê giran, 25 welatiyan didome û 20 kesên ku nasnameyên wan hatine diyarkirin teslîmî malbatan kirin. Cenazeyên 17 kesan li Dêrikê, yê kesekê li Artûklûyê, yek kesekî din jî li Qoserê hatin veşartin. Cenazeyê polîsê bi navê Yahya Ergîn jî şandin bajarê wî.    Li Dêrikê piştî veşartina cenazeyan, di malên cûda cûda de şîn hat danîn. Piştî danîna şînan, serdanên sersaxiyê dest pê kirin. Serdanên Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay û Wekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ên malên şînê didomin.    Di qezaya ku 21 kesan jiyana xwe ji dest dane de navê kesekê nehat diyarkirin. Navê 20 kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Fesîh Dag, Hatîp Denk, Baran Açan, Unal Ekîncî, Îsa Ayebe, Îrfan Aktaş, Înan Benk, Îbrahîm Halîl Has, Mulkiye Acar, Ahmet Aktay, Baver Babûr, Velat Dag, Bessî Baglayan, Kemal Dag, Abdulhamîd Akkoyûn, Necla Onen, Sittî Abûl, Mîhrîban Tanrisever, Şervan Tanrisever û polîs Yahya Ergîn.