Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e 2022-08-21 15:24:53   MÊRDÎN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku Cengîz Holdîng bi salan e li Mêrdînê mirovan dikuje û wiha got: “Kujerê 21 kesan, Cengîz Holdîng a ku pişta xwe daye desthilatê ye.”   Li navçeya Dêrîk a Mêrdînê duh encama teqîna frena TIR’a ku ji Kargeha Etî Bakir a Cengîz Holdîngê bar dianî de qeza pêk hat û 21 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî qezayê şandeyeke ku Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay jî di nav de, derbasî navçeya Dêrîkê bû. Piştî qezayê Gunay, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz , Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Şaredara Dêrîkê ya bere û parlamentera HDP’ê ya bere Çaglar Demîrel, hevşaredar ên li navçeyê, tev li merasîma cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan bûn.    Şandeya HDP’ê piştî veşartina cenazeyan têkildarî lêkolîn û îhmalên di qezayê de li pêş avahiya Rêxistina HDP’a Dêrîkê daxuyanî da.    21 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN   Hevberdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bi lêv kir ku qezayeke biêş li Dêrîkê pêk hat û wiha got: “Heta niha 21 Dêrîkiyan jiyana xwe ji dest dane û rewşa 6 birîndaran jî giran e. Bi dehan birîndarên li ser piyan hatin dermankirin hene. Em weke HDP dema qeza pêk hat em hatin vê dere. Em heta nîvê şevê bi hevalên xwe re li pêş nexweşxaneyê li cem malbatên me yên li benda cenazeyên xwe bûn. Bi awayekî me şahidiniya temamê bûyerê kir. Em sersaxiyê ji Dêrîkiyan û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan dixwazin.   CENGÎZ HOLDÎNG DIKUJE   Mirov nikare vê êşê penase bike. Ji destpêkê gelek îhmal hene. Her kes baş dizane, hemû gelê Dêrîkê û Şemrexê baş dizane. Kargeha Etî Bakirê ya Cengîz Holdîngê dikuje. Bi qetilkirina xwezayê, bi TIR’ê ku dişîne dikuje.”   RÊ NEHATE GIRTIN   Gunay, diyar kir ku qeza komkujiyek e û wiha domand: “Esas sedemê qezayê, xebatên rê ku bi mehane nehatine qedandin in. Îro dema em ji cihê bûyerê re derbas bûn me dît, du qeza pêk tên lê rê nayê girtin. Îro ji serê sibê ve rê hatiye vekirin, şerîda ku qeza lê çêbûbû ji trafîkê re hatiye girtin, heke duh bergirî hatibûna girtin, rê ji trafîkê re hatibûya girtin ev komkujî pêk nedihat. Di navbera du qezayan de 20 deqîqe hene. Heke di demê xwe de bergirî hatibûna wergirtin, komkujiya duyemîn pêk nedihat. Heke barê TIR’an hatibûya kontrolkirin ev yek pêk nedihat. Cengîz Holdîng nikare bêje fîrmayên min ên taşeron in, berpirsyartiya muşteriyên min in û xwe ji berpirsyartiyê xelas bike.”   KUJER CENGÎZ HOLDÎNG E   Gunay, berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Cengîz Holdîngê pişta xwe daye desthilatê û her cure komkujiya xwezayê û windabûna canan ji xwe re weke mafekê dibine. Hûn berpirsyarên sereke ne. Kujerê 21 kesan, Cengîz Holdîng e. Tê gotin ku yek ji sedemên komkujiyê fosfata ku riştiye ser rê ye. Bi fosfata ku ji Etî Bakirê hatiye wergirtin pêk tê. Nikarin bêjin berpirsyartî ya muşteriyên me ye û xwe ji vê bûyerê xelas bikin. Kontrolên pêwîst nayên kirin, ewlehiya kar, ewlehiya rê jî tişteke wisa ye. Li pişt wan desthilat heye weke ku dixwazin dikarin mirovan qetil bikin. Herkes dizane ku faîl kî ye. Wê gel bersiva wan bide. Careke din serê gele Dêrîkê û Mêrdînê sax be. Êşa wan êşa me ye, heta ku hesab ji faîlên rast neyê pirsîn, em ê bi gelê xwe re têkoşînê bidomînin.”   GBT KIRIN Û CENAZE RAWESTANDIN   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan xwest û wiha got: “Dêrîk di şînê de ye, ji 7 salî heta 70’ê salî cenazeyên xwe vedişêrin. Me ji xwe pirsî; me got nirxekî jiyana kurdan jiyana Dêrikiyan ya mirovên li vê derê heye gelo? Kêmtir binirxin, kêmtir tên parastin. Ji ber ku em ji Amedê hatin, piştî sê rê rêya me birin. Me bi wan re axivîn me got em ê bigihin şînê û em bi şandeyê re diçin. Gotin ‘Em mecbûr in herkesê bi GBT’ê re derbas bikin’. Yek bi yek GBT’a herkese hate kirin. Dû re wesayîta cenaze hat, nizanim cenazeyê kê bû lê yek ji wan welatiyên me ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû bû. Me ev dît. Dixwazim hemû Tirkiye û cîhan vî wêneyî bibine. Wesayîta cenaze ji bo ku ferdên malbatê bigihinê li pêş sekinî, çima ji ber ku GBT’a ferdên malbatê hate kirin. GBT’a malbata ku biçe cenazeyê xwe veşêre tê kirin û cenaze di wê germê de di nava wesayîtê de tê rawestandin. Dema em dibêjin dewleta polîsan dixwazin ev dîmen ji aliyê herkesê ve were dîtin û zanîn.    EWLEHIYA SULEYMAN SOYLÛ   Em dizanin ku Wezîrê Karên Hundir hatiye Dêrîkê, bi dahol û zirneyan hatin. Ji duh bi şev ve hemû medya qala wî dike. Herkes dikare sersaxiyê bide lê li wan welatiyan eziyet nayê kirin. Em çar parlamenter, bi hevşaredar û rêveberên xwe ve li navenda bajêr hatin rawestandin. Çiye Wezîrê Karên Hundir Soylû diçe şînê, em çi bikin! Diçe bila biçe bila weke welatiyekê biçe. Çima xwe ji van welatiyan diparêze. Hûn ê biçin şînekê hûn ê hemû bajarî bidin girtin. Polîs li vir in, hûn duh li ku bûn? Ez ji polîsên trafîkê re dibêjim heke duh derdora cihê qezayê wer girtibûya hatin û çûn qedexe kiribûna ew TIR nedihat û ew mirov ne diperiçandin. Dema gotubehs dibe ewlehiya wan jiyanê felc dikin lê dema gotibehs dibe jiyana mirovan zerre-i misqal girîngiyê nadinê.”   HIŞMENDIYA DI ROJA ŞÎNÊ DE GBT DIKE   Beştaş, bang li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kir û wiha got: “Em li vir in, dema em diçin cihekî yek kesê ku me diparêze nîne. Em tena serê xwe diçin. Em ji welatiyan natirsin. Bi heman awayî li Îzmîr, Yozgat û Trabzonê jî diğerin. Di navbera me û welatiyan de bariyerek nîne. Em vê qebûl nakin. Wê dêrîkî vî dîmenî ji bîr nekin. Hişmendiya desthilata ku di rojeke şînê de me disekinîne û GBT dike em ê bi hev re bişînin. Nikare were her derê bi polîsan dorpêç bike, rêyan bibire, GBT bike û bêje ez êşa welatiyan parve dikim. Ev jî bersiva min e ji wî re.”   AYDENÎZ: DI ENCAMA DIJMINATIYA KURDAN DE   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û wiha got: “Duh li Dêrîkê komkujîyek pêk hat. Di encama du qezayên pêk hatin de mirovên me yên hêja hatin qetilkirin. Em îro bi şandeya xwe re li vir in. Birêz Ebrû Gunay û Meral Daniş Beştaş îhmalên di qezayê de vegotin. Kesên ji bo rant xwezaya Kurdistanê talan dikin, nikarin gel biparêzin. Esas ji ber vê li Kurdistanê talana xwezayê heye. Ev dijminatiya kurdan e, encama dijminatiya xwezaya kurd e. Em weke DBP ji bo êşa gelê xwe parve bikin li vir in. Heta ku îhmala di van her du qezayan de derkeve holê, berpirsyar derkevin holê, em ê şopdarê wê bin.”   Şandeya DBP’ê û HDP’ê wê biçe serdana malbatan.