HDP çû şîna Bazo Yilmaz 2022-08-21 15:37:19   RIHA - HDP bi girseyî çû şîna Bazo Yilmaz ê di Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Rihayê de hatibû qetilkirin.    Bazo Yilmaz (67) girtiyekî nexweş bû û di 18’ê tebaxê li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’yan a Rihayê de hat qetilkirin. Serdanên girseyî ku li şîna li bajarokê Goganê hatiye danîn tên kirin didomin. Di nav de Parlamentêrê HDP’a Rihayê Omer Ocalan, rêveberên partiyê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek welatî çûn şîna Yilmaz. Girse bi meşeke heya Mala Şînê ya Selahattîn Eyyûbî ya li bajarokê Goganê, qetilkirina Yilmaz şermezar kir.    Girse, li pêşiya mala şînê ji aliyê malbata Yilmaz ve hat pêşwazîkirin.