Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê 2022-08-21 16:48:40   MÊRDÎN - Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên kesên li Dêrikê di qezayê de jiyana xwe ji dest dane û ji wan re sersaxî xwestin.    Li navçeya Dêrik a Mêrdînê duh encama teqîna frena TIR’a ku ji Kargeha Etî Bakir a Cengîz Holdîngê bar dianî de qeza pêk hat û 21 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî qezayê şandeyeke ku  Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Giştî Saliha Aydeniz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, hevşeredar, rexistina HDP’a Mêrdînê û navçeyên wê û endam û rêveberên HDP’a Amedê li navçeyê çûn şîna malbatan.    Şandeyê di serdanê de ji bo kesen ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwestin û êşen malbatan parvekirin.