Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne? 2022-08-22 09:06:54   STENBOL - Fînce Akman a ku di Nobeta Edaletê de gelek caran bi îşkenceya polîsan hatiye binçavkirin, destnîşan kir ku destên wê ji ber kelemçeyan şîn bûne û anî ziman ku polîsan ji bijîşk re wiha gotiye, “Tu dê tu raporan nedî wan, dê bidî me.” Akman got ku dema wê ji polîs re gotiye “Tişta hun dikin îşkence ye” polîs ev bersiv daye wan, “Erê, ez jî dizanim”.     Malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine taloqkirin, ji bo girtiyên wan bên berdan tevî zext binçavkirin û îşkenceyan Nobatên Edaletê bi mehan e biryardarî tên domandin. Çalakiya yekem di 16’ê mijdara 2021’an li Amedê dest pê kir û bi rêzê belavî Wan, Stenbol û Îzmîrê bû. Malbatên ku di 24’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Çaglayanê dest bi çalakiyên nobetê kirin ji bo girtiyên xwe têkoşîna edaletê li navçeyên cûda cûda didomînin.   Dayika Yakûp Akman ê di Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 3’yemîn a Sîlîvriyê tê ragirtin Fînce Akman, dayîka Xemgîn Karakaş ê di hucreya Girtîgeha Tîpa T ya Afyonê de tê ragirtin Cemîle Karakaş, xwîşka girtiyê nexweş ê giran Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Tîpa L ya Umraniyeyê tê ragirtin Cemîle Çîftçî, xwîşka Erdal Ozel ê di Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2’yan de tê ragirtin Kûmrî Akgul û Dayika Aştiyê Zeynep Calihan a ku 2 keçên wî di girtîgehê de ne, tevî qedexe, zext û tundiya polîsan, dest ji çalakiyên xwe bernadin. Malbatên piştî her çalakiyên rojên pêncşemê tên derbkirin, destên wan bi paş ve tên kelemçekirin li midûriyeta polîsan jî bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Dayika girtî Fînce Akman derbarê tûndiyên li dijî çalakiyên xwe û bêdengiya raya giştî de axivî.    ARMANCA ÇALAKIYÊ   Akman destnîşan kir ku binpêkirina mafan ên di girtîgehan de tên meşandin ne di rojeva welat ne jî rojeva navnetewî de nayên dîtin û bi bîr xist ku di mehên dawî de gelek cenezeyên girtiyan ji girtîgehan derketin. Akman, diyar kir ku gelek malbatên girtiyan, ji ber rewşa heyî bifikar in û derbarê armanca çalakiya xwe de ev tişt gotin: “Me ji bo zilm û hovîtiya li girtîgehan tê meşandin dawî bibe dest bi Nobeta Edaletê kir.” Akman, anî ziman ku ew ne tenê ji bo zarokên xwe, ji bo hemû girtiyên di girtîgehan de tên ragirtin, daxwaza edaletê dikin ev tişt gotin: “Em ji bo ku dilê ti kesî neşewite vê yekê dikin. Lê mixabin dewlet van nabîne. Me binçav dikin û îşkenceyê li me dikin. Bi gotina ‘Em dewlet in’ heqeretê li me dikin û destên me bi paş ve kelemçe dikin. Destên min ji ber kelemçeyan tevizî ne.”   POLÎS LI ÎŞKENCEYA XWE MIKUR HAT   Akman anî ziman ku ew her hefteyê bi derbkirin tên binçavkirin û da zanîn ku zext dê nikarin wan biçewisînin. Akman destnîşan kir îşkenceya polîsan a li dijî çalakiya wan a hefteya borî ya li Bahçelîevler di raya giştî de hat dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema binçavkirinê de polîsan min serdevkî avêtin erdê. Serê min li erebeyê ket. Dema ku serê min li erebeyê ket min go qey ji guhê min ava gerim derket. Dema ku min çavên xwe vekirin, polîsek avê li rûyê min dikir. Di wê kêliyê de min bertek nîşan da û got ‘Ez ava we naxwazim. Li me dixin û ser re jî avê didin.’ Dema ku min pirsa ‘Ma dayik û bavên we nîn in?’ ji polîs kir, polîs bersiva ‘Dayîk û bavên me di malê de rûdinin.’ da min. Li ser vê yekê min jî ev bersiv da wan, ‘Hûn ji ber ku li aliyê zilmê dikin in, ji xwe dê dayîk û bavên we li malê rehet birûnin. Hûn zarokên me dixin girtîgehê û zilmê li wan dikin û pişt re ji me re dibêjin herin li malên xwe rehet rakevin.”     Akman got ku polîsan ew bi paş ve kelemçekirine birine nexweşxaneyê û destên wê jî, ji ber ku kelemçeya plastîk pir hatibû şidandin, şîn bûbûn. Akman derbarê mikurhatina polîsan de ev tişt gotin: “Min destên xwe nîşanî bijîşk dan. Bijîşk serê xwe anî xwarê. Pişt re polîsan xwestin kelemçeya di destên min de pê tornevîdeyê vekin. Meqes jî anîn lê xwestin bi tornevîdeyê vekin. Li wir jî destên min şidandin û îşkence li min kirin. Bijîşk ji min pirsî, ‘Çi yê we heye?’ Min jî got, ‘Tu bi xwe jî dibînî, Ez êdî çi bêjim te?’ Polîs milê min şidand. Dema ku min ji wan re got hûn îşkenceyê dikin, polîs li xwe mikur hat û ev tişt got, ‘Erê ji xwe îşkence ye, ez jî dizanim.’”   BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DA   Akman berteka “Çima dinya bêdeng dimîne, guhên xwe digire” nîşan da û xwest her kes îşkenceya ku li wan tê kirin bibîne. Akman bi bîr xist ku dema li Tirkiyeyê îşkence li ajalekê tê kirin, medya li ser vê yekê bi saetan û rojan  diaxive û got: “Çima kesek me nabîne? Çima kes pirsa ‘Gelo polîs her roj çima van derb dike?’ ji xwe napirse? Em mirov in.”   BANG LI SAZÎ Û MALBATAN KIR   Akman anî ziman ku li Stenbolê gelek malbatên girtiyan hene û bang kir ku ew jî piştevaniya wan bikin û li dijî bêheqiya tê meşandin deng derxin. Akman bi bîr xist ku gelek saziyên li Stenbolê gotin ku ew ê piştgirî bidin wan û axaftina xwe wiha domand: “Gotin ku em ê li cem we bin. Em dixwazin wan di pratîkê de bibînin. Lê em wan li cem xwe nabînin. Ne tenê ji bo zarokên xwe, em ji bo hemû zarokan derdikevin kolanan û li hember polîsan disekinin.”   Akman bal kişand ser piştgiriya ku tenê di gotinê de dimîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ne ji bo xwe, ji bo yên li girtîgehê ditirsin. Di mala xwe de xemgînbûn ne çareserî ye. Bila her kes piştgîrî bide û xwedî li zarokên xwe derbikeve. Dayîka Cemîle Karakaş a di nava me de, bi awayekî bêtirs dibêje ‘Lawê min di hucreyekê de tenê dimîne’ û xwedî li zarokê xwe derdikeve. Em qebûl nakin ku darbestên zarokên me ji girtîgehê derbikevin. Bila zarokên me bidin me. Ez ê dest jê bernedim.”