TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin 2022-08-22 15:13:55   MÊRDÎN - Li Dêrikê TIR’a 3'yemîn ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû digot tune ye, piştî ajansa me dîmenên wê parve kirin, hat rakirin.    Şahidên qezaya Dêrika Çiyayê Maziyê ku 21 kesan tê de jiyana xwe ji dest dabûn, destnîşan kiribûn ku TIR’eke 3’yemîn bi darê zorê hatibû sekinandin. Lê belê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û Waliyê Mêrdînê di daxuyaniyên xwe de gotibûn ku TIR’a 3’yemîn nîn e. Ajansa Mezopotamyayê (MA) dîmenên TIR’a ku tekera wê teqiyabû kişandibûn.     Piştî ku ajansa me dîmenên TIR’a 3’yemîn parve kirin, TIR’a ku şahidên bûyerê qal kiribûn ji cihê xwe hat rakirin. Hat zanîn ku Qeymeqamtiya Dêrika Çiyayê Mazî TIR’a 3’yemîn daye rakirin, nehat zanîn ku TIR birine ku derê.