Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin 2022-08-22 16:24:18   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’a Silopiyayê ji bo mitînga ku dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de pêk bîne, banga tev li bûnê kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopiyayê dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi tevlîbûna Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sancar li Qada Newrozê mitîngê li dar bixe. Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên MEBYA-DER'ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevseroka Rêxistina HDP’a Silopiyayê Asûman Kulter, axaftinek kurt kir û destnîşan kir ku hemû gel wê li dijî şer ji bo parastina aştiyê dê biherikin qadê û got: “Bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşmeya 'Şer mirin e, aştî jiyan e' bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar em ê mitîngekê li dar bixin. Em hemû gelê xwe yê aştîxwaz 1’ê Îlonê saet di 19.00'an de vedixwînin Qada Newrozê ya Silopiyayê.”    Daxuyanî, bi dirûşmeya “Em şer naxwazin” bi dawî bû.