33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin 2022-08-22 17:01:36   NAVENDA NÛÇEYAN - 33 partiyên siyasî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di daxuyaniya hevpar de bang li hikumeta Şamê kirin ku bi Tirkiyeyê re tu peymanan çêneke.    33 partiyên siyasî û rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Navenda Lêkolînên Dîplomatîk a li Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de metnê erebî Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Barsûm û metnê kurdÎ jî Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê xwend.   Di daxuyaniyê de îşaret bi rola neyînî ya hêzên dijberî gelê Sûriyê û di serî de dewleta Tirk a dagirker hat kirin û hat gotin: “11 sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, hîna rêgeha çareseriya aştiyane peyda nebûye, ya ku hêviyên gelê Sûriyê yên azadî û demokrasiyê bîne cih. Ev yek encama destwerdana hêzên dijberî hêviyên gelan di vê aloziyê de û bikaranîna hin komên terorîst ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ye.”   'DESTÊ WAN DI XWÎNA SÛRIYEYIYAN DE HEYE'   Di daxuyaniyê de bal kişand ser nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê û rola hilweşîner a aliyên Astanayê (Tirkiye, Rûsya, Îran) li Sûriyê û ev tişt hatin gotin: “Armanca dagirkeriya tirk ji destpêkê ve dagirkirina axa Sûriyê bû. Ji bo vê yekê hin hêzên terorîst bi kar anîn. Dema ku piştrast kir ku ji ber hevsengiyên nû yên aloziya Sûriyê ew yek bi wê rêyê nabe, di helwesta xwe de guhertin çêkir. Vê carê jî bi navbeynkariya Rûsyayê xwe nêzî hikumeta Şamê dike. Aliyên Astanayê dixwazin dûrî azarên sûriyan berjewendiyên xwe pêk bînin. Ew heman alî ne ku destê wan di xwîna sûriyeyiyan de heye.”   Di dewama daxuyaniyê de amaje bi helwestên gel ên dijberî lihevhatina hikumetên Şamê û Enqereyê yên li ser hesabê gelê Sûriyê hat kirin û hat diyarkirin: “Reaksiyona welatiyên li herêmên dagirkirî mezin bû û lihevhatinên bi hikumeta Şamê re red kirin. Diviyabû ku li herêmên serweriya hikumeta Şamê jî bertekeke mezin derketibana. Hêzên siyasî van nêzîkatiyan red dikin, ku tu tiştekî ji bo gelê Sûriyê pêşkêş nakin. Vî gelî ku di oxira pêkanîna sîstemeke demokratîk a li gorî hêviyên wî, tiştê giran biha feda kir.”   'BI TIRKIYEYÊ RE LIHEVHATINEKÊ NEKE'   Partî û hêzên siyasî di dewama daxuyaniya xwe de gotin ku ew qebûlkirina ajandeyên dewleta tirk û lihevkirina bi hikumeta Şamê re bi tundî red dikin û ew yek hêviyên gelê Sûriyê pêk nayne. Her wiha bang li hikumeta Şamê hate kirin ku dûrî lihevhatina bi rejîma Tirkiyê re yê ku Sûriye rûxand û gelê wê da koçberkirin bê kirin û guh bide daxwazên gelê Sûriyê.   Di heman demê de zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sivîl û leşkeran hat şermezarkirin û wiha dewam kir: “Em teqez dikin ku em piştgiriyê didin mafê parastina rewa ku QSD`ê li hember dijminahiyan bi kar tîne. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê dikin ku vê qirêjiya dewleta tirk ku sûdê li DAIŞ`ê dike, rawestînin.”   Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku partiyên siyasî û gelê li dora hêzên leşkerî kom bûne û piştgiriyê didin siyaseta Rêveberiya Xweser dimeşîne, ya bi rêya diyaloga bi hikumeta Şamê û hêzên din ên demokratîk re û hat destnîşankirin ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu kes nikare îradeya sûriyan derbas bike.   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hat kirin ku helwesteke cidî bigire, da ku artêşa tirk bê qewitandin û bi hevkarî û koordîneya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re li hember artêşa tirk bisekine.   Partî û hêzên siyasî yên daxuyanî daye;   Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Paritya Demoqratî ya kurdî li Sûriyê (Partî), Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriyê(P.Y.D.K.S).