‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’ 2022-08-23 16:45:12   ÎZMÎR - Malbatên li Îzmîrê Nobeta Edaletê berdewam dikin anîn ziman ku ew ê çalakiya xwe heya girtiyên nexweş tên berdan, bidomînin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin bên berdan û tecrîda li girtîgehan dawî bibe di roja 102’yemîn de li Baroya Îzmîrê berdewam kir. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çeşmeyê tev li çalakiyê bûn.    Çalakvanan êlekên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Deng bide zîndanan” û “Girtiyên nexweş re azadî” nivîsandibû li xwe kirin. Di çalakiyê de Hanîfe Gumuş axivî û ev tişt gotin: “Dive mirov bên vir û piştgiriyê bidin me. Em dayikên aştiyê ne, edaletê dixwazin. Em naxwazin zarokên tu kesî jiyana xwe ji dest bidin. Li ser zarokên me zilm tê meşandin. Radyo, rojname û kovaran nadin zarokên me. Di serî de Aysel Tûglûk divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Heya ku girtiyên nexweş bên berdan em ê nobeta xwe bidomînin.”   Gumuş axaftina xwe bi sersaxî dayîna malbatên kesên ku di qezayên li Dîlok û Dêrika Çiyayê Maziyê de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re şîfa xwestinê xwestinê bi dawî kir.