Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema 2022-08-23 17:26:27   ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr diyar kir ku li herêmê li gel zêdebûna hêzên ewlekariyê ewlehiya jinan nema ye û got: “Li Şirnexê êdî ewlehiya jinan nema ye. Yên ku van komkujiyan pêk tînin jî pişta xwe dispêrîne zagonên desthîlatdariyê.”   Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinên HDP’ê derbarê qetilkirina Fîrdevs Babat a ji aliyê Ahmet Babat ve bi çeka cerdevanan hate qetilkirin û piştre avetibûn çem de li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxuyanî dan. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêxistinên HDP’ê yên navçeyan, Hevserokên DBP’ê yên bajêr û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankarta “Kuştina jinan polîtîke” hat vekirin.    Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabuha Akdag ve hate xwendin. Akdag, diyar kir ku li herêmê sedemê qetilkirina jinan polîtîkayên şer ên taybet in û got: “Herî dawî jî Firdevs Babat li navçeya Qilebanê bi awayekî hovane hate qetîl kirin. Di otopsiyê de derket holê ku Fîrdevs beriya bê kuştin rastî îşkenceyê hatiye. Mîna li hemû erdnîgariyên ku zîhniyeta bi serdestiya mêr a dewletê di her wateyê de tê xwedîkirin, jinên li Şirnex û navçeyên wê xwe li malê ewle hîs nakin. Wekî din, rêjeya çekirakirina mêrên li bajêr ji sedî 50 ye. Ev yek jî roj bi roj rêjeya sûcên bi taybetî jî kuştina jinan zêde dike. Pêknehatina desthilatdarên edlî û îdarî ku zagonan bi bandor pêk bînin, dibe sedem ku mêr mafê serdestiya jinan bibînin û jinan neçar bihêlin ku dest ji giliyên xwe berde.”    ‘EM DI HEDEFÊ DE NE’   Akdag, da zanîn ku polîtîkayên bêcezakirina mêran dibe sedemê qetilkirina jinan û wiha domand: “Jin di hedefa desthîlatdariyê de nin û her diçe bi zagonên bêceza hiştinê jiyana jinan dixin bin xetereyê. Jin li Şirnexê xwe bi ewle hîs nakin. Serdestiya mêr a ku diwêre bi awayekî bêperwa hemû jinên têkoşer tehdît bike, hemû maskeyên xwe ji holê rakiriye. Jinên ku ji bo azadiya jiyana xwe têkoşînê dikin û li pey mafên xwe diçin di hedefa dewletê de ne.”   Pişt re parlamentera HDP’ê ya bajêr Nûran Îmîr axivî û destnîşan kir ku bi salan e bi polîtîkayên şerên taybet tê xwestin li herêmê exlaqê civakê xerab bikin û got: “Kujerên jinan ne tenê kesayetek in. Kujer cesaret û qûweta xwe ji dewletê, polîtîkayên bêcezahiştinê, û hêzên dewletê digire. Wekî Fîrdevs, Berîvan Alturk ku li Qilebanê hatin qetîl kirin û Sakîneya ku li Silopîyayê bi destê hêzên dewletê hatibû qetîl kirin, bi çekên dewletê hatin qetîl kirin. Li Şirnexê êdî ewlehiya jinan nema ye. Kesên ku van komkujiyan pêk tînin jî pişta xwe didin zagonên desthîlatdariyê.”   ‘EWLEHIYA JINAN NEMA YE’   Îmîr, bang li jinan kir ku li hemberî tundiya bi rêxistinkirî têbikoşin û ev tişt got: “Îro di bin navê ewlehiyê de hemû bajêr û navçeyên me bi hêzên dewletê re hatine dorpêçkirin, di Şirnexê de ewlehiya tu jinan nehiştiye. Li dijî van êrîşan li ser jinan em ê bêdeng nemînin û heya ku kujer bi cezayekî giran were darizandin wê têkoşîna me berdewam bibe.”