Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin 2022-08-23 18:17:20   WAN - Platforma Demokrasiyê ya Wanê di daxuyaniya xwe ya bi daxwaza rakirina binpêkirina mafan û tecrîda li girtîgehan de got: “Em ê li dijî mirin, zilm û îşkenceyê tu carî bêdeng nemînin û em ê ne elimin.”    Platforma Demokrasiyê ya Wanê daxuyaniyek da û xwest binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Wanê Mûazzez Orhan Işik, Mûrat Sarisaç, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, GOÇ-DER, Aryen Sanat, MEBYA-DER, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, Komeleya Jinan a Star û gelek kes beşdarî daxuyaniya li Kolana Hunerê hat dayîn bûn. Hevserokê TUHAY-DER'ê Adîl Koçak daxuyanî xwend.    TECRÎD BELAVÎ TEMAMÊ CIVAKÊ BÛ    Koçak, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha got: “Weke bandora tecrîda girankirî ya ku 23 sal in li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, civak di her warî de di nav krîzeke kûr de ye. Cihê ku ev rewşa krîzê herî zêde lê giran e, li girtîgehên ku bi hezaran girtî bi destê daraza ku bûye noterê hikumetê hatine girtine. Wekî bandora tecrîda girankirî ya ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin, civak bi hemû alî ve di nav krîzeke kûr de ye.”   ‘GIRTÎGEH BÛNE NAVENDA ÎŞKENCEYAN’   Koçak, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin bi bîr xist û wiha got: “Girtîgehên ku yek ji wan deveran e ku rewşa bêhiqûqiyê herî zêde lê giran e, ji ber sedemên mîna Kovîd û Rewşa Awarte veguheriye navendên îşkenceyê. Hikûmeta ku di her warî de krîzên kûr dijî, hema hema her roj dibe sedem ku cenazeyek ji girtîgehan derkeve.”   ‘BI HINCETÊN PÛÇ ÎNFAZ TÊN ŞEWITANDIN’   Koçak, diyar kir ku înfazên girtiyan bi hincetên pûç tên şewitandin û bal kişand ser neberdana girtiyan a ji aliyê lijneyên çavdêriyê yên girtîyan.  Koçak, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Girtiyên ku ji mafên xwe yên civakî, çandî û hiqûqî sûdê wernagirin, bi taybetî ji mafê xwe yê xwegihandina tenduristiyê bi tu awayî sûdê wernagirin. Girtiyên ku di encama hewldanên giran de sewqî nexweşxaneyan tên kirin, di têketin û derketina girtîgehan de bi pêkanînên biçûkxistinê yên wekî lêgerîna tazî re rûbirû dimînin. Her wiha muayeneyên bi kelemçe tên kirin, di dema rêwîtiya li wesayîtên rîngê de rewşeke îşkenceyê tê jiyîn. Tevî evqas bêedaletî û bêhiqûqiyê jî, ji bo girtiyên nexweş ên giran raporên ku nikarin bi tena serê xwe li girtîgehê bijîn tên dayîn. Saziyên Tiba Edlî (ATK) ku bi ferman û talîmata îradeya siyasî biryaran dide, bi hincetên ku tu eleqeya wan bi aqil û zanistê re nîne, bi temamî tên piştguhkirin û pêşî li berdana girtiyên nexweş û giran tê girtin.”   DI 8 MEHAN DE JI GIRTÎGEHAN 43 CENAZE DERKETIN   Koçak, diyar kir ku di 8 mehên ewil ên di sala 2022’yan de 43 cenaze ji girtîgehan derketin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek asta tirsnak a îşkenceya li girtîgehan radixe pêş çavan. Di encama polîtîkayên dijmirovî yên li girtîgehan de bi taybetî girtiyên nexweş ên giran Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz ku di heftiya dawî de jiyana xwe ji dest dane, di girtîgehan de pergala êşkenceyê bi awayekî aşkere radixe ber çavan. Mirina li girtîgehan ne mirineke xwezayî ye. Berpirsyarên van mirinan, çi zû çi jî dereng wê li pêşberî hiqûqê hesab bidin.”   ‘EM Ê JI MIRINAN RE BÊDENG NEMÎNIN’   Koçak diyar kir ku divê hemû saziyên pêwendîdar, bi taybetî jî Wezareta Edaletê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku veguheriye odeyên gazê yên Elmanyaya Nazî ji nedîtî ve neyên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê qanûna înfazê ya cezayê ku bi tu nirxên însanî re ne eleqedar e, di dema herî nêz de ji bo berdana girtiyên nexweş bi taybetî jî girtiyên nexweş ên giran, bê guhertin. Girtiyên nexweş ên ku hewl didin ji şertên mirovî yên li girtîgehan dûr têkoşîna jiyanê bidin, divê di zûtirîn demê de werin berdan an jî înfazên wan werin taloqkirin. Divê dawî li polîtîkayên bi armanca çavtirsandina bi temamî ya li girtîgehan bê anîn. Ji bo girtî ji mafên xwe yên bingehîn ên weke çandî, civakî û tenduristiyê sûdê werbigirin, divê di dema herî nêz de şert û mercên pêwîst werin peydakirin. Heta niha kesên ku nelirêtiya wan bûye sedema ku mirov di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin, erk, berpirsyarî û payeya wan çi dibe bila bibe divê li pêşberî hiqûqê hesab ji wan bê pirsîn. Di dawiyê de em careke din dixwazin îfade bikin ku; Em ê tu carî li hemberî mirin, zilm û îşkenceyan bêdeng nemînin, em ê ne elimin.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.