ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-24 09:00:17     * Derbarê şeniyên gundê Gundikremo ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin de lêpirsîn hat destpêkirin. Yek ji şêniyên gund Halîme Gulçen a 55 salî bertek nîşanî vê pêkanînê da û got: "Ne edelet, ne jî qanûn heye."   * Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku Tirkiye bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze Rêvebiriya Xweser teslîm bigire û got, berpirsên van êrişan Rûsya, DYA û Koalîsyona Navdewletî ne.    * Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan diyar kir ku ji ber ku xwîn ji desthilatdariyê diçe êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Armanca bingehîn a van êrişan kurd û destkeftiyên wan in."   *  Di biryara dadgehê de ya derbarê cezayê li rojnamevan Abdurrahman Gok hatiye birîn ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin.    * Destûra Dadgeha Bingehîn, derbarê mirina girtiyê nexweş Mehmet Ogrû de biryara "binpêkirina qedexeya derveyî rûmeta mirovan" û "binpêkirina mafê jiyanê"  da.   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 534’emîn de berdewam dike.    * Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker, ji bo bale bikişîne ser rewş û daxwazên kurê xwe wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêş girtîgehê bidomîne. (10.00-16.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Amedê dane destpêkirin dê li pêş avahiya ATK’ê berdewam bike. (11.00) ZINDÎ   * Berdevkê Komîsyona Zarokan ê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Îzmîrê dane destpêkirin dê li pêş Girtîgeha Kiriklarê berdewam bike. (13.00-16.00)