‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' 2022-08-24 09:00:51   WAN - Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan diyar kir ku ji ber ku xwîn ji desthilatdariyê diçe êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Armanca bingehîn a  van êrişan kurd û destkeftiyên wan in."   Tirkiyeya ku di polîtîkayên şer de li çarserkirina meseleya kurdî digere, li Herêma Kurdistana Federe encama ku dixwest bi destê wê neket. Piştî vê vê carê jî cardin berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku ji bo van êrişan li Tehran û Soçiyê destûr negirt, êrişên xwe yên suîqestî yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di navbera 19'ê Tîrmeh û 19'ê Tebaxê de bi SÎHA'yan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39 kesan jiyana xwe ji dest da.   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan Işik êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û got, destkeftiyên gelê kurd hedef tên girtin. DESTHILAT QELS DIBE   Orhan bilêv kir ku ev êriş berdewama dijminatiya li hemberî kurdan e û got: “Li Tirkiyeyê her ku krîz kûr bibe û xitimandine çêbibe û gelên Tirkiyeyê dengê xw ebilind bikin, hewl didin di ser gelê kurd re bi polîtîkateke şer civakê bitepisînin. AKP ne tenê îradeya kurdan, îradeya gelên Tirkiyeyê jî nas nake û tenê polîtîkaya parastina desthilatdariya xwe pêk tîne. Hilbijartin nêzîk dibe û xwîn ji desthilatdariyê diçe. Di nava civakê de pirsgirêkeke cidî ya baweriyê heye û desthilat hewl dide ku cardin rûxandina xwe bi polîtîkayên şer bi xelasê bixe."   HEDEFA WAN DETSKEFTIYÊN KURDAN E   Orhan diyar kir ku Tirkiye bi feraseta dagirkeriyê êrişê dibe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gotina Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîkê ku gotibû “Li aliyekî Hêzên Çekdar ên Tirk û li aliyê din jî Artêşa Azad a Sûriyeyê hewl didin ku pêşî li ber avakirina dewleteka kurd bigirin" bibîr xist û got: "Yanî dibêje, li wir ji xeynî kurdan her kes dikare bijî. Ji ber vê yekê jî dewlet ji no tunekirina hebûna kurdan serî li her rêyê dide. Dixwazin bêyî kurdan siyaseteke têkildarî Sûriyeyê bimeşînin. Kurdan li wir statuyek bi dest xist û berxwedaneke ku hemû cîhanê ew ji xwe re mînak girt da der. Kurdan pergalek ku gel bi çand, ziman û baweriya xwe bi awayekî azad bi hev re dijîn ava kir. Lê belê di polîtîkaya 'Bila kurd dayika xwe nebîne' de israr dikin."   POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ   Orhan anî ziman ku êrişên li ser kurdan tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne sînorkirî ne û got: “Dema ku li Başûr û Rojava operasyon tên kirin, li aliyê din jî welêt bi polîtîkaya tecrîdê tê birêvebirin. Hemû girtîgeh mexdûrên van polîtîkayan in, binpêkirina mafan di asta herî jor de ye, siyasetmedarên kurd dîl tên girtin, girtiyên nexweş nayên dermankirin. Rewşa Aysel Tûglûkê diyar e, yanî polîtîkayeke ku hebûna kurdan di her aliyî de dike hedef heye. Ev berdewamiya polîtîkayên înkarkirina kurdan e ku bi sedan sal in didomin."   DIVÊ KURD BIBIN YEK   Orhan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişan jî rexne kir û got: “Li vir jî dem bi dem ji ber berjewendiyan bêdengî rû dide û Tirkiye jî ji vê yekê cesaretê digire. Divê kurd li hemberî vê rewşê bibin yek. Ger gelek nikaribe yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne, helbet wê li hemberî van pêkanînan bêparastin bimîne û nikaribe pêşî li ber van pêkanîna bigire. Divê hemû gelên cîhanê, hemû kesên ehlê mirovahiyê bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de bin."