AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da 2022-08-24 09:41:42   STENBOL - Destûra Dadgeha Bingehîn, derbarê mirina girtiyê nexweş Mehmet Ogrû de biryara "binpêkirina qedexeya derî rûmeta mirovan" û "binpêkirina mafê jiyanê"  da.   Mehmet Ogrû, di 21'ê Mijdara 2016'an de li Mêrsînê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "bê destûr peydakirina madeyên xeternak" hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîfkeyê ya Tîpa M. Li gorî belgeya di UYAP'ê de, gava Mehmet Ogrû hatiye girtin rewşa tenduristiya wî baş bûye, lê di 23'yê Çileya 2017'an de dema çûye cem bijîşkê girtîgehê û muayene bûye, teşxîsa "faranjîta akût"ê hatiye danîn.   Mehmet Ogrû, di 30'yê Çileya 2017'an de bi lezgîn rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê û ji wir jî sewqî Polîklînîk a Neorolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê hatiye kirin. Li vir hatiye tespîtkirin ku xwîn çûye ser mejiyê Ogrû. Ji ber vê Mehmet Ogrû mehekê li nexweşxaneyê maye û di 8'ê Sibata 2017'an de hatiye tabûrcîkirin û cardin ew şandine girtîgehê.   Vetha Ogrû, dayika Mehmet Ogrû di 3'yê Sibata 2017'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîlîfkeyê û Wezareta Dadê daye û xwestiye kurê wê yê felcî yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê înfaza xwe ya mayî li malê temam bike. Wezaretê jî di 24'ê Sibata 2017'an de nivîs ji Serdozgeriya Komarê ya Silîfkeyê re şandiye û tê de behsa taloqkirina înfaza Ogrû hatiye kirin. Piştî vê Serdozgeriya Komarê ya Sîlîfkeyê jî ji girtîgehê derbarê tenduristiya Ogrû da agahî xwestine û ji bo Ogrû înfaza xwe ya mayî li malê temam bike xwestiye rapore bê amadekirin.   GIRTÎGEHÊ JI NEXWEŞXANEYÊ RAPOR XWEST   Di vê navberê de Mehmet Ogrû ku ji ber dosyeyek din dihat darizandin, Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 16'an a Gazîosmanpaşayê 10 meh ceza lê biriye, lê dadgehê biryar daye ku cezayê wî ji bo salekê bê taloqkirin. Midûriyeta Serbestiyê ya Sîlîfkeyê ev yek di 30'yê Adara 2017'an de ji girtîgehê re şandiye û gotiye, derbarê Ogrû de biryara tevdîra berdanê ya bi şert hatiye dayin. Piştre jî girtîgehê di 31'yê Adarê de bi hinceta "dermankirinê û tevdîra berdanê ya bi şertî ya ji bo salekê" muzakere ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlîfkeyê re nivîsandiye. Girtîgehê di muzakereya xwe de xwestiye piştî tedawiya Ogrû raporek bê şandinê çi erênî çi neyênî.    GIRTÎGEHÊ GOT 'REFLU', NEXWEŞXANEYÊ TEŞXÎSA PENÇEŞÊRÊ DANÎ   Li gorî nivîsa ku ji aliyê girtîgehê ve di 14'ê Mijdara 2017'an de hatiye nivîsandin, Mehmet Ogrû di 13'ê Adarê de ji aliyê bijîşkê girtîgehê ve hatiye muayenekirin û teşxîsa "refluksê" hatiye danîn. Hatiye diyarkirin ku di 8'ê Gulana 2017'an de jî bi teşxîsa "enfeksiyona akûtê" reçeteyek dane wî. Ogrû, di 12’ê Hezîrana 2017’an de ji aliyê bijîşkê girtîgehê ve jî hatiye muayenekirin û bijîşk teşxîsa “zatureyê" daniye. Piştî vê teşhîsê Ogrû sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Silîfkeyê hatiye kirin û bi gumana nexweşiya pençeşêra pişikê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê hatiye kirin. Li vir teşxîsa pençeşêra pişikê hatiye danîn. Lê dîsa jî Ogrû şandine girtîgehê.   DERENG MAN   Her wiha di 16'ê Hezîrana 2017'an de girtîgehê ji Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê rapora heyetê xwestiye bê ka wê Ogrû di girtîgehê de bimîne an înfaza wî bê taloqkirin. Ogrû, di 31'ê Tîrmeha 2017'an de li Nexweşxaneya Bajarê Mêrsînê rakirine nexweşxaneyê. Piştî rewşa Ogrû xirab bûye, bavê wî di 2'yê Tebaxa 2017'an de ji Serdozgeriya Komarê ya Silîfkeyê re gotiye penceşêr li hemû laşê kurê wî belav bûye û bijîşk di mudaxeleya cerahî de pir dereng mane, lewma ji ber ku pençeşêra pişikê ye dê nexweşîna wî di girtîgehê de girantir bibe û di hevdîtina dawî de êdî kurê wî nikaribûye biaxive. Bav ji ber van sedeamab doza taloqkirina înfazê an jî demildest amadekaiirina raporê kiriye.    JIYANA XWE JI DEST DA   Li ser vê yekê, di 2'yê Tebaxa 2017'an de girtîgehê ji nexweşxaneyê pirsa aqûbeta rapora heyetê kir. Lê girtîgehê diyar kir ku nexweşxaneyê tu bersiv nedaye wan. Ogrû, di 19'ê Tebaxa 2017'an de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina Ogrû lêpirsîn hat destpêkirin. Di muayeneya hat kirin de hat diyarkirin ku Ogrû ji ber pençeşêra pişikê jiyana xwe ji dest daye.   LI QAWÎŞA YEKÊ ÇI QEWIMÎ?   Dayik Vetha Ogrû, di 11'ê Çileya 2018'an de di îfadeya xwe ya gilîkirinê ya li midûriyeta polîsan de gotibû ku piştî pê hesiyane xwîn çûye ser mêjiyê kurê wê û ew rakirine nexweşxaneyê ew jî çûne nexweşxaneyê. Dê di îfadeya xwe de wiha gotiye: “Girtîgehê kurê min derman nekir. Dema teşxîsa pençeşêra pişikê hatiye danîn, bijîşkan got kurê we min li girtîgehê nehatiye dermankirin û êdî bi derengî ketiye. Hevalên kurê min gotin nizanin bê di qawîşa ewil de ya ku kurê min xistinê çi hatiye serê wî. Ez dixwazim zanibim bê ka li qawîşa ewil çi hatiye serê kurê min... Her çi qas kurê min bi pençeşêrê ketibe jî, lê nexweşxaneyê bi awayekî mayinde lê mêze nekir, ew tim şand girtîgehê. Kurê min di nav nivînan de bû, çima ew xistin girtîgehê? Ez dozdar û gilîkar im.”   WEZARET: BINPÊKIRIN TUNE YE   Wezaretê ku di lêpirsînê de serî li nêrîna wê hat dayin jî, îdia kir ku di mirina Ogrû de tun îhmalkarî tune ye û çi hewce bûye hatiye kirin.    DOZGER: DELÎL TUNE YE   Di lêpirsînê de, di 7'ê Adara 2018'an de hat diyarkirin ku têkildarî qisûra kesan a derbarê mirina Ogrû de tu delîl tine ne û bi vî awayî biryara neşopandinê dabû. Bav Ogrû jî li hemberî vê biryarê serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Mêrsînê dabû û îtiraz kiribû, lê îtiraza Ogrû di 6'ê Tîrmeha 2018'an de hatibû redkirin.   SERÎ LI AYM'Ê DA   Piştî vê dayik Ogrû di 10'ê Tebaxa 2018'an de ji ber mirina kurê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    AYM: MAFÊ JIYANÊ HATIYE BINPÊKIRIN   Dadgehê ku di 16'ê Hezîrana 2022'yan de biryara xwe da, derbarê mirina Mehmet Ogrû de biryara "binpêkirina qedexeya derî rûmeta mirovan" û "binpêkirina mafê jiyanê"  da.   Her wiha heyeta dadgehê biryar da ku 50 hezar TL tazmînat jî bê dayîn ji bo bav Ogrû.    MA / Ergîn Çaglar