Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin 2022-08-24 10:03:30   AMED - Rojnamegerên girtî ku li Girtîgeha Amedê tên ragirtin, bi lêv kirin ku 3 roj in ku bi awayekî sîstematik av tê birîn û mafên wan ên civakî û nameyên wan tên asteng kirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara ya Amedê daye destpêkirin de di 16’e Hezîrane de 16 rojnameger bi îdiayên, “endamtiya rexistinê” hatin girtin. Rojnemegerên girtî ku duh bi malbatên xwe re hevdîtin kirin, binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin vegotin. Rojnamegeran di hevdîtina girtî de da zanîn ku 3 roj in av tên girtin û rojê 2 seat an jî 4 seatan av tê. Rojnamegeran diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê, ji girtina avê re, hincetên “Xirabe” an jî “Depo tê paqijkirin” weke sedem nîşan dide.    BI HINCETA EWLEHIYÊ!   Rojnamegeran di hevdîtine de anîn ziman ku  mafê wan ên civakî jî tên binpêkerin û hatina ba hev a girtîyan ku di hefteyekê de saetek bû, niha kirine di mehê de rojê seatek. Li ser gilîkirina rojnamegeran rêveberiya girtîgehê endamen FETO ye weke hincet nîşan dan û îdiakir ku pirsgireka ewlehiyê heye.