Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin 2022-08-24 11:36:09   MÊRDÎN - Malbatên kesên li navçeya Dêrikê jiyana xwe ji dest dan bertek nîşanî daxuyaniya Serokkomarê AKP’î Erdogan ku wê pere ji malbatan re bê dayîn dan û wiha got: “Ev êş ne bi pereyan tê nixumandin ne jî bi pereyan dilê mirov xweş dibe. Daxwaza me ew e ku li vê derê rêyeke derdorê were avakirin.”   Hate aşkerekirin ku têkildarî 21 kesên di qezaya li navçeya Dêrika Mêrdînê û 16 kesên li Dîlokê jiyana xwe ji dest dane de wezareta malbat û xizmetên civakî dê dê Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî di bin navê “piştgiriyê” de 50 hezar lîre bide xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di daxuyaniya ku têkildarî her du qezeyan dabû de wiha gotibû: “50 hezar lîreyan dê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, li gel vê 250 hezar lîre jî bi piştgiriya fîrmayan em ê bidin malbatên kesên ku di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.” Ev daxuyaniya Erdogan weke “Pereyê xwînê” hate nirxandin.    ‘ÊŞ BI PEREYAN NIKARE WERE NIXUMANDIN’   Dotmama Îsa Ayebe ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da, Hêlîn Ayebe (38) bûyer wiha vegot: “Îsa û hevjînê min di înşaetê de dixebitîn. Dema qezaya ewil çêdibe pismamê min bi hevjînê min re ji bo alîkarî bikin diçin cihê bûyerê. Piştî demekî kurt TIR’a duyemîn tê û dikeve nava gel. Di wê kêliyê de pismamê min di bin TIR’ê de dimîne û jiyana xwe ji dest dide.” Ayebe, ku qala daxuyaniya Erdogan a “Pereyê xwînê” kir wiha got: “Xema me ne pere ye. Canên me çûn. Dilê me dişewite. Agir bi her malê ket. Tu peyv nikare vê êşê vebêje. Ev êş ne bi pereyan tê nixumandin û ne jî bi pereyan dilê mirov xweş dibe. Daxwaza me ew e ku di zûtirîn demê de li vir rêya derdorê bê çêkirin. Dilê me şewitî bila dilê kesekî din neşewite. Em edaletê dixwazin. Ewqas mirov hatin kuştin. Bila heqê wan li erdê nemine. Bila ji bo mafên wan rê çêkin. Em naxwazin sibe jî heman tişt dubare bibe.”   ‘QALKIRINA WAN A PEREYAN HOVÎTÎ YE’   Dotmama Îsa Ayebe, Behiye Ayebe jî diyar kir ku ji ber îhmalê 21 mirovan jiyana xwe ji dest da û destnîşan kir ku îhmala herî mezin nebûna rêya derdorê ya li navçeyê ye. Ayebe, bi lêv kir ku ji ber piştî qezaya ewil pêk hat bergirî nehatin girtin bobelateke mezintir pêk hat û wiha axivî: “Li gel ewqas windahiyên me çêbûn, niha qala dayîna pereyan dikin. Armanc dikin klu gel bi pereyan bêdeng bikin. Qalkirina wan a pereyan hovîtiyeke mezin e. Mirovan careke din dikujin. Jiyana mirovan dikare bi pereyan re bê muqayesekirin? Buhayê vê nikare bibe pere. Em pere naxwazin. Em tenê rêya derdorê dixwazin. Agir bi mala me ket lê bila agir bi mala kes din nekeve.”   Ayebe bal kişand ser zirara Etî Bakir a di heman demê de li tenduristiya mirovan bûye û got: “Em van li vir naxwazin. Bi pereyan dixwazin navê vê şîrketê ji vê bûyerê derxînin û dozê bigirin. Em ê destûrê nedin ku ev şîrket ji vê bûyerê bireve.”   ‘HEWL DIDIN CENGÎZ HOLDÎNGÊ FIHÊL BIKIN’   Xizma malbatê Fîgen Ayebe jî bi lêv kir ku tişta li Dêrikê qewimiye ne qeza cînayet e û wiha axivî: “Dixwazin îhmalkariya mezin a şîrketa Cengîz Holdîngê bi pereyan nixûmînin. Em dixwazin kesên di vê bûyerê de berpirsyartiya wan heye derkeve holê. Heke edalet hebe bila derkeve holê. Kesên di vê bûyerê de berpirsyartiya wan heye tên veşartin. Can tu caran nikare bi pereyan ra bê mûqayesekirin. Em tenê dixwazin edalet derkeve holê. Pereyê ku tê pêşkêşkirin ji bo girtina bûyerê ye. Em vê qet qebûl nakin. Çi dibe bila bibe em ê şopdarên vê bûyerê bibin.” Ayebe, diyar kir ku daxwaza wan ji holê rakirina îhmalan, wergirtina bergirtiyan û cezakirina berpirsyaran e û got: “Ji xwe zirarê didin tenduristiya me. Em dixwazin Etî Bakir were girtin. Axa me jehrî dikin. Niha qadên şînkahî yên li herêma nêz ziwa bûne. Mirov welidînên astengdar dikin.”   ‘BILA BERPIRSYAR DERKEVIN HOLÊ’   Sevîm Tanrisever (42) a di qezayê de du biraziyên xwe winda kirin jî bi lêv kir ku naxwazin TIR li navenda bajêr derbas bibin. Tanrisever, da zanîn ku bi taybetî di mehên dawî de derbasbûna van TIR’an zêde bûye û anî ziman ku jiyana zarokên wan di xetereyê de ye. Tanrisever, diyar kir ku her sal dema wesayîtên giran  ji navenda navçeyê derbas dibin qeza çêdibin, mirov jiyana xwe ji dest didin û got ku bûyera dawî “ne qeza ye komkujiyek e”. Tanrisever, bertek nîşanî daxuyaniya ku dê pereyan bidin malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîne da û wiha got: “Em tenê dixwazin berpirsyar derkevin holê. Em dixwazin rêya ku ji navçeyê re derbas dibe derxînin derveyî navçeyê.”   MA / Omer Akin