Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin 2022-08-24 13:48:37   MÊRSÎN - Li Mêrsînê di serdegirtinên malan de Mele Kazim Sertkaya hate binçavkirin.    Li Mêrsînê polîsan bi serdegirtina malê ya di saetên serê sibê de Mela Kazim Sertkaya binçav kirin. Polîsên ku bi ser mala Sertkaya yê li Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê dijî de girtin, demekî dirêj lêgerîn kirin.    Hate hînbûn ku Sertkaya yê hatiye binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.