Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin 2022-08-24 18:33:10   ŞIRNEX - Li Hezexê Hasan Karaaslan ku hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 zarokên xwe kuştin, hat girtin.    Li taxa Yenî ya navçeya Hezexê ya Şirnexê Hasan Karaaslan duh bi şev hevjîna xwe Leyla Karaaslan (40) û zarokên xwe yên di xew de Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) qetil kirin. Kujer Karaaslan, piştre çû Midûriyeta Polîsan a Hezexê û xwe teslîm kir.  Karaaslanê ku îfadeya wî li Serdozgeriyê hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dozgeriya Komarê ya Hezexê hat kirin. Karaaslan ji aliyê dadgehê ve bi sucê “kuştina bi qesdî ya hevjîn xwe û zarokên xwe" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Şirnexê.   Her wiha hat diyarkirin ku Karaaslan di îfadeyê xwe ya li dozgeriyê de, îdia kiriye ku ew "şîzofren e".