Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike 2022-08-25 09:01:54   STENBOL - Rojnamevan Fehîm Işik anî ziman ku polîtîkaya dij-kurd kiriye ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî  bike û got: "Esed, dê di demeke kurt de gavên ji bo xurtkirina Erdogan neavêje."   Tirkiye tevî hêzên paramîlîter hema bibêje her roj êrişê dibe ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gel van êrişan desthilatdariya AKP-MHP’ê jî li ser hev daxuyandiyan dide û bi êrişên hîn berfirehtir gefê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Her wiha rayedarên desthilatê ji bo erêkirina êrişan li ser hev hevdîtinan bi rayedarên Rûsya, Îran û DYA’yê ra dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li hemberî van êriş û gefên Tirkiyeyê destnîşan dike ku "dê mafê parastina rewa bê bikaranîn."   JI PÛTÎN JI BO ERDOGAN   Rojnamevan Fehîm Işik êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, polîtîkaya Erdogan a Sûriyeyê û rola hêzên navneteweyî nirxand. Işik diyar kir ku li gel hemû hewldanan jî Tirkiye ji bo êrişa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DYA û Rûsyayê destûr wernegirtiye, lê belê di sala dawî de êrişên bi Amûrên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) zêde bûne. Işik anî ziman ku Tirkiyeya ku ji lûtkeya NATO'yê encama li gor dilê xwe bi dest nexist, cardin vegeriyaye Astanayê û bal kişand ser rola Rûsyayê ya di geşedanên dawî de. Işik got: “Piştî civîna li Tehranê, Erdogan kozên di destê xwe de li ser maseyê raxist. Helbet di encama vê hevdîtinê de derket holê ku Pûtîn armanc kiriye ku Tirkiye û Sûriyeyê nêzî hev bike. Dema ku Pûtîn ev yek kir, çekek vala jî da Erdogan. Piştî vê êrişên bi SÎHA'yan zêde bûn. Di vir de paya Rûsyayê zêde ye. Ez di wê baweriyê de me ku Rûsyayê tenê destûra êrişên bi SÎHA'yan neda, di heman demê de ji bo suîqestên Tirkiyeyê koordînat jî dane. Tirkiyeyê berê jî bi îstîxbarata sîxurên herêmî yên ku li herêmê bi cih kiribûn suîqest dikirin, lê di van êrişên dawî de hedefên wê pir zelal in û ev jî Rûsyayê tîne bîra mirov. Eşkere ye ku Tirkiye nikare bi êrişên bi îstîxbarata ku ji herêmê distîne encameke bi vî rengî bi dest bixe."   POLÎTÎYA TIRKIYEYÊ YA DERBARÊ SÛRIYEYÊ DE   Işik diyar kir ku armanca polîtîkaya îro ya Rûsyayê ew e ku Tirkiye û Sûriyeyê bîne cem hev û got, Tirkiye bi salan li dijî Esad tevgeriya, lê niha polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî kiriye û sedema vê yekê jî bi vî awayî şîrove kir: "Erdogan, piştî hilbijartinên DYA'yê tişta dixwest nikaribû ji Joe Biden wergire. Lewma bi têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re gef li DYA û YE'yê xwarin. Ev yek di heman demê de kir ku Rûsya polîtîkayên xwe li ser Tirkiyeyê ferz bike. Ev yek ji bo Rûsyayê jî bûye têkiliyek bikêrhatî. Ev qezenc çi bû? Rewşa Esad ku Rûsyayê bi bi salan hişt li ser pêyan bimîne, hîn xurtir bû. Yanî rê li ber rûxandina rejîma Sûriyê girt û niha jî dixwaze bi rêya Tirkiyeyê berjewendiyên xwe biparêze. Pûtîn vê yekê gav bi gav pêk tîne û Erdogan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. Erdogan jî ji bo ku ji krîza jeyî xelas bibe ev yek qebûl kir.”   POLÎTÎKAYA DIJKURD   Işik, paş perdeya guhertina radîkal a Erdogan a di siyaseta Sûriyeyê de jî nirxand û got, faktoreke sereke ya vê rewşê mijara penaberan e û ya din jî bi hedefgirtina destkeftiyên kurdan dixwaze derdorên netewperest konsolîde bike. Işik destnîşan kir ku her kes dizane ku dê Erdogan di rewşeke wiha de jî di hilbijartinê de bi ser nekeve û wiha got: “Heta niha Erdogan tim digot 'Esad dê biçe," lê Esed neçû. Got, 'Dê kurd nikaribin li wir statuyekê ava bikin', lê berevajî vê kurdan li wir rêvebiriyeke xweser ava kir. Rêvebiriya Xweser ji aliyê gelên herêmê ve bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin û her çû wekî rêvebiriyeke defakto ya gurambuha hat dîtin. Erdogan ji bo ku kurd li Sûriyeyê tiştekî bi dest nexin heya niha hemû kozên di destên xwe de bi kar anîn. Lê dîsa jî kurd bi hêztir bûn. Niha Erdogan hewl dide bi rêya rejîma Sûriyeyê gavina bavêje da ku rêvebiriya xweser û destkeftiyên kurdan ji holê rake. Erdogan ne ji ber dijberiya xwe ya li hember Esed, ji ber ku li dijî kurdan e ev şer mezintir kir. Ji ber dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan hemû polîtîkayên xwe guherandin. Dema ev yek kir, pê re jî hewl da desthilata xwe ji xurt bike."    POLÎTKAYA ERDOGAN A DERBARÊ PENABERAN DE   Işik destnîşan kir ku kurd li Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞ`ê de xwedî cihekî girîng in û got, bi taybetî jî xelaskirina deverên di destê DAIŞ'ê de li bara raya cîhanê olaneke mezin veda û ev olan yek ji wan faktorên e ku Erdogan ber bi hilweşandinê ve biriye. Işik diyar kir ku di hin hevdîtinên îstîxbaratî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, Tirkiye xwestiye penaberan bişîne û got, ji mijarên girîng ên bazariya di navbera aliyan de, yek jê jî ev e.   ESAD BI DERENGÎ DIXE   Işik, nîqaşên ku tê gotin ên Erdogan û Esad hevdîtinê bikin û îtirazên hin komên çekdar ên li Sûriyeyê yên têkildarî vê jî nirxandin û got: "Ez bawer nakim ku rêjîma Esed wekî ku tu tişt nebûbe rabe bi Tirkiyeyê re rûnê. Bi taybetî jî bawer nakim ku gavine ji bo xurtkirina Erdogan bavêje. Esad bi salan e di şer de ye. Di şer de hêza parastina desthilata xwe, bi awayekî wekî îspatkirina ruşta xwe jî dikare bê şîrovekirin. Helbet ev yek nîşan dide ku Esed tevî her tiştî jî rewşa li qadê bixwîne û li gorî wê gavan bavêje. Em hîn dibin ku Esad hewl dide pêvajoya hevdîtina bi Erdogan re bi derengî bixe. Bi taybetî jî tê gotin ku heya encamên hilbijartina 2023'yan a Tirkiyeyê diyar nebin dê Esad di vî warî de giran tevbigere. Eşkere dibêjin ku wê Esad di demeke kurt de nêzî Erdogan nebe û pişta wî xurt neke. Derdorên nêzî Esad vî tiştî dibêjin."   TÊKILIYÊN BI HÊZÊN PARAMÎLÎTER RE   Işik bal kişand ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi hêzên paramîlîter ên li herêmê re jî û got: “Li aliyê din komên ku Tirkiye li Sûriye û Rojavayê piştgiriya wan dike jî hene. Ev kom hemû di encama hin bazariyan de ji herêmên cuda yên Sûriyeyê derbasî herêmên dagirkirî hatin kirin. Piştî sala 2018'an, dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, ev komên çekdar û malbatên wan li van herêman hatin bicihkirin. Ev kom kî ne? Ew cîhadparêzên ku Erdogan ji deverên cuda yên cîhanê di ser Tirkiyeyê re ew birine Sûriyeyê. Her wiha piştî ku Îdlib bi temamî ket bin kontrola El Nusrayê, gelek cîhadparêz derbasî herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûn. Ev kom hemû yeqîniya xwe Tirkiyeyê anîn û çûn wan deran. Niha li hemberî dîmeneke wiha, eger Tirkiye ji bo lihevkirinê gavekê bavêje, ev kom dê bibin yek ji mijarên herî girîng ên bazariyê. Hat diyarkirin ku Erdogan di hevdîtinên îstîxbaratê de yên bi rêya MÎT'ê hatin kirin û di hevdîtinên xwe yên dawîn ên bi Pûtîn re, yên li Tehran û Moskovayê jî ji bo naskirina van koman hewl daye. Yanî dihat gotin ku bila rejîma Sûriyeyê van koman nas bike û bi wan re li hev bike û bi hev re rêvebiriya nû ava bikin. Lê ev ne pêkan e. Hatina van koman a Tirkiyeyê jî tê wê wateyê ku dê bertekên van koman li Tirkiyeyê rû bidin. Tenê ne Tirkiye, Ewropa jî naxwaze ev bên Tirkiyeyê. Ewropa jî dizane ku ev kom dê Tirkiyeyê ji xwe re wekî veguhêzekê bihesibînin û ji wir jî derbasî Ewropayê bibin."   POLÎTÎKAYA 'LI BENDÊ BE Û BIBÎNE' YA DYA'YÊ    Işik destnîşan kir ku DYA û Yekîtiya Ewropayê (YE) di mijara hevdîtina muhtemel a Erdogan-Esed de polîtîkaya "li bendê be û bibînê" dimeşînin û got, Rojava bi taybetî li hemberî geşedanên nû bertekên herêmî temaşe dike. Işik got: “Hevpeymana koalîsyona navneteweyî ya li qadê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) e. Em nikarin bibêjin ku Rêvebiriya Xweser a Rojavayê ye, ji lew re koalîsyonê têkiliyên xwe ne siyasî, bi awayekî leşkerî pêş xist. Di vê navê de, divê bê zanîn ku QSD li hemberî siyaseta Tirkiyeyê ya li herêmê helwestek pir zelal nîşan da. Ev helwest çi bû? 'Eger cîhana rojavayê li hemberî vê helwesta êrişkar a Tirkiyeyê tevdîran negire û qada xwe ya hewayî ji Tirkiyeyê re negire, em dest têkoşîna li dijî DAIŞ'ê berdin.' Her wiha QSD’ê ragihand hêzên navneteweyî ku operasyonên hevpar ên li dijî DAIŞ’ê hatine rawestandin. Her wiha koalîsyon ji nêz ve nêzîkbûna Erdogan a ber bi Rûsyayê û dewletên herêmê ve jî dişopîne."   HELWESTA RÛSYAYÊ Û KOALÎSYONÊ   Işik li ser nêzîkbûna Erdogan a bi Îsraîlê re jî got: "Tirkiye tenê nêzîkî Îsraîlê nebûye, di heman demê de hewl dide têkiliya xwe ya bi Misirê û Erebîstana Siûdî re jî baş bike ku DYA ji nêz ve têkiliyê bi wan re datîne û di diyarkirina polîtîkayên xwe yên herêmê de wan wekî partner dibîne. Ev hemû li aliyekî, lê ya herî girîng ew e ku DYA dê li hemberî kurdan xwedî helwesteke çawa be. Em dizanin ku DYA'ya ku ji bo berjewendiyên xwe tevdigere, dê kurdan tercîhî Tirkiyeyê neke. Lê belê ev nayê wê wateyê ku Erdogan dê destekê bide şerekî berfireh ê dagirkerî û tunekirinê. Dibe ku di dema pêş de em di vî warî de bi hin nêzîkatiyên cuda re rû bi rû bimînin. Her wiha DYA, naxwaze Tirkiyeya ku di nava NATOyê de xwedî pozîsyoneke girîng e jî ji dest biçe. Erdogan lez dike, lê bi qasî ku xuya dike ne DYA ne jî Esad ev qasî lez nakin. Ji bo Rûsyayê jî; helwesta Rûsyayê di vî warî de zelal e. Rûsya hewl dide ku Rêvebiriya Xweser a Rojava bi temamî daxilî nava rejîma Sûriyeyê bibe û Esed careke din wan herêman kontrol bike. Lê em baş dizanin ku ev yek êdî wisa nebe. Hem QSD hem jî Rêvebiriya Xweser di daxuyaniyên xwe de, yên piştî hevdîtinên bi Esed re gelek caran ragihandibûn ku Sûriye êdî venagere rewşa beriya 2011'an. Ev helwest naguhere."    DAGIRKERIYEKE BERFIREH    Işik diyar kir ku dema ku Erdogan ferq bike ew têkiliyên wê yên tevlihev ên bi NATO û Rûsyayê re êdî bi kêrî desthilatdariya wî nayên, dibe ku hem Sûriyeyê hem jî herêmê ber bi xetereyê ve bibe û got: “Dibe ku ev yek dagirkirina Rojavayê, tew qismek zêde ya Sûriyeyê jî di xwe de bihewîne. Di heman demê de dibe ku bi êrişeke berfireh Başûrê Kurdistanê jî di xwe de bihewîne."   Işik axaftina xwe wiha domand: “Çi qas dikare vê bike ev tiştekî din e, lê Erdogan ji bo dagirkeriyê li qadeke berfireh berbelav bike dikare tevbigere. Ev ji bo hilbijartinê jî argumanek girîng e. Helbet divê mirov di vê tabloyê de hêza kurdan ya heyî jî şîrove bike. Înkarkirina kurdan, înkarkirineke sedsalî ye û kurd niha ji her wextî bêtir bihêz bûne. Li ber vê hêzê ku ji federasyona Başûrê Kurdistanê heya Rêvebiriya Xweser a li Rojavayê destkeftiyên mezin bi dest xistine, Erdogan êdî nikare wiha bi rihetî ya dilê xwe bi dest bixe. Her wiha kurdan ruşta xwe jî îspat kiriye. Pêvajoya ku bi taybetî bi berxwedana Kobanê derket holê careke din nîşanî hemû cîhanê da ku kurd ne ew gel e ku bi şer biqede. Bi rihetî teslîm nabe. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe, ez yeqîn dikim ku kurd dê wiha bi rihetî neyên dîskalîfiyekirin û hêzên navneteweyî jî vê yekê naxwazin. Tirkiye çi dike bila bike, kurd li Rojhilata Navîn aktorekî sereke ne û ev dê neguhere."    MA / Ergîn Çaglar