Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye 2022-08-25 09:02:50   MÊRSÎN - Hevserokê Çûkûrova Goç-Derê Derûnnas Mesût Aslan zêdebûna pêgirtîbûna tiryakê ya di nava ciwanên kurd de wekî êrişeka taybet nirxand û got: "Têkoşîna herî mezin a di vî warî de ya ciwanan, rêxistinbûn e."   Di demên dawî de li bajarên herêmê û bajarên mezin ên ku kurd lê dijîn, bikaranîna tiryakê zêde bûye. Ciwanan li bajarên herêmê û deverên ku kurd lê dijî bal dikişînin ser zêdebûna bikaranîna tiryakê û çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Li Mêrsînê ku di salên 1990'î de ji herêmê gelek kurd koçî wê kirine, di demên dawî de pêgirtîbûna tiryakê zêde bûye. Li gorî daneyên Komeleya Malbatên Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Mêrsînê, li bajêr temenê bikaranîna tiryakê daketiye 9 salan û ji sedî 80'yê pêgirtiyên tiryakê jî betal in.    E.Ş. yê ku di zarokatiya xwe de daxilî nava tiryakê hatiye kirin û paşê xwe bi xwe dest jê berdaye û Hevserokê Çûkûrova Goç-Der û Berdevkê Meclîsa Koçberan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Derûnnas Mesût Aslan zêdebûna pêgirtîbûnê nirxandin.    DI 12 SALIYA XWE DE DEST PÊ KIR   E.Ş. ku li Licê gundê wan ji aliyê eskeran ve hatiye şewitandin, di sala 1993'an de koçî Mêrsînê kirine. E.Ş. diyar kir ku di temenekî biçûk de daxilî nava tiryakê bûye û wiha got: “Min di 12 saliya xwe de dest bi bikaranîna tiryakê kir. Gava min dest pê kir, êdî li parkan radiketim. Min 8 salan bi kar anî û paşê min biryar da dest jê berdim. Gava min bi kar dianî daxilî nava gelek sûcan bûm. Ji ber peydakirina tiryakê dosyeyek min hebû, piştî wextekê hat girtin. Me bi rihetî peyda dikir. Li her derî tiryakfiroş hebûn. Gava min ew bi kar dianî, polîsên Narkotîkê bi xwe jî bi kar dianîn û dest nedidan tiryakfiroşan. Dema ku polîsan tiryakê li ser me didît tiştek nedikir û bêyî tiştekî bikin em berdidan."   DEWLET DESTÛRA FIROTINÊ DIDE   E.Ş., diyar kir ku gelek caran dema rastî ciwanên tiryakkêş hatiye telefonî polîsan kiriye, lê polîs nehatine cihê bûyerê. E.Ş. got: “Dewlet li Mêrsînê bi taybetî li taxên kurdan baizrganiya vî tiştî dike û destûrê dide ku tiryak li ber çavên mirovan bê firotin. Betalî ciwanan ber bi bikaranîna tiryakê ve dibe. Ger derfet bên peydakirin dê tu ciwan tiryakê bi kar neyne. Min bi derfetên xwe dest jê berda, AMATEM'ên dewletê têr nakin, ciwan nikarin xwe bigihînin van saziyan."   DU BAJARÊN HERÎ XIZAN   Hevserokê Çûkûrova Goç-Derê Derûnnas Mesût Aslan ji diyar kir ku divê mirov bi du alîyan li ser sedemên bikaranîna tiryakê bisekine; höla wö ya şexsi bbidestxistina statuyê, xwepejirandin; hêla wê ya civakî jî xizanî û faktorên hawirdorê ne. Arslan destnîşan kir ku ya ku dibe sedema faktorên haiwdorê jî polîtîkayên siyasî ne û got: “Mêrsîn ew bajar e ku di salên 90’î de ji Kurdistanê gelek kes koçî wê kirine. Cihê malbatên ku bi darê zorê hatine koçkirin. Dema em li şert û mercên wê demê dinêrin; erdnîgariyeke ku tu wê nas nakî û bi zimanê wê nizanî. Pêvajoya adaptasyona dibistanê û bi hevalan re pir zehmet e û bi ser de jî dema ku em nijadperestiyê an jî zimanekî vederkirinê li vê yekê zêde bikin; tu bikî nekî kes dixwaze xwe bi zimanekî serdest ê cuda bide qebûlkirin. Pêşî bi xweînkarkirinê hewl dide heq ji vê derkeve û dikeve nava hin lêgerînên din. Koçberî yek ji sedemên herî bibandor ên bikaranîna tiryakê ye. Li gorî anketeke vê dawiyê hat eşkerekirin, Mêrsîn û Edene du bajarên herî xizan ên Tirkiyeyê ne. Dema ku xizanî û betalî bi vê pêvajoyê re bibin yek, em digihîjin sedema bingehîn a bikaranîna tiryakê.”   JI SEDÎ 90 ZAROKÊN KOÇBER IN   Arslan anî ziman ku ji sedî 90'ê ciwanên serî li Goç-Derê didin zarokên malbatên bi darê zorê ji cih û warên xwe bûne û got: “Em dikarin bibêjin ku bandora koçberiyê pir zêde ye di bikaranîna tiryakê de. Bi taybetî di van salên dawî de em bi pêvajoyeke antî-demokratîk, pêvajoyeke krîza aborî re rû bi rû ne. Em li kolanan dibînin; polîsên bi awayekî tund mudaxileyî çalakiyên mafan ên herî biçûk dikin, di bikaranîna tiryakê de ciwanan ji nedîtî ve tên. Ger kes ji Kurdistanê be, li GBT'ê jî nanêre. Li Mêrsînê sedema ev qasî berbelavbûna tiryakê, polîtîkayeke sîstematîk a dewletê ye. Bi taybetî berê xwe didin ciwanên kurd."    HEWLDANA SERÎTEWANDINÊ YA DEWLETÊ   Arslan diyar kir ku dewlet li hemberî hemû ciwanan, bi taybetî jî li hemberî ciwanên kurd xwedî helwesteke taybet e û got: “Bi taybetî jî ji ber ku nifşa Z'yê xwedî pozîsyoneke dijî desthilata heyî ye, hewldaneke serîtewandinê heye. Dewlet ciwanên bi zanistê re, bi çand û hunerê re bilî dibin naxwaze. Bi taybetî li Mêrsînê êdî zarokên 12 salî jî dest bi bikaranîna wê kirine û bi rihetş tiryakê peyda dikin."   Arslan destnîşan kir ku li cihekî wekî Mêrsînê ku midûriyeta polîsan lê pir bihêz e berbalavbûna tiştekî wiha rewşeke pir binakok e û got: "Polîsên ku di çalakiyeke herî biçûk a mafan de mirovan binçav dikin, lê di vî warî de çendî gilî û îxbar tên kirin jî ciwanan ji nedîtî ve tên."   TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN RÊXISTINBÛYÎN E   Arslan bilêv kir ku bikaranîna tiryakê pirsgirêkek civakî ye û ev tişt pêşniyar kirin: “Dewlet mecbûr e qadên ji bo xweîfadekirinê ji ciwanan re biafirîne. Dewlet divê ciwanan esas bigire. Desthilatdaria siyasî, jiyana ciwanan dorpêç kiriye. Di vê qadê de têkoşîna herî mezin a ku ciwan bidin, rêxistinbûyîn e. Bila di huner, wêje, çand, spor û siyasetê de, di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin. Dinya û jiyan ya wan e. Bila bibin hêza avakirina jiyaneke exlaqî û polîtîk û hêza avakar a civakê. Bila rengên xwe li hemû qadên jiyanê bineqşînin. Tenê bi vî awayî dikarin xwe li hemberî tiryak, fuhûş û dejenerebûnê biparêzin. Bila pêşî ji xwe dest bi xwerêveberiya xwe bikin û piştre li derdor û erdnîgariya xwe belav bikin. Ez bawer im ciwanên bidin dû vê heqîqetê dê nekeve tu xefikeke pergalê jî."