Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan 2022-08-25 13:06:56   WAN - Greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyan li Girtîgaha Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê dan destpêkirin ket roja 42’an.    Greva birçîbûnê ya bidem û dorveger a girtiyên di Girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzuya Trabzonê de tên ragirtin ket roja 42’yan. 14 girtî bi daxwaza dawî li binpêkirina mafan were dest bi grevê kirin. Girtiyan di axaftinên xwe yên bi malbatê re kirin de diyar kirin ku pirsgirêkên ku ew dijîn berdewam dikin.    Girtî van daxwazan ji rêveberiya girtîgehê dikin: “Pirtûk, radyo û rojnameyên ku ew dixwazin werin dayîn, dawî li lêgerîna tazî bê kirin, mafên tenduristiyê bên dayîn, xwarinên tên dayîn bitendurist bin û karibin bên xwarin û dawî li binpêkirina mafên din were.”