Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be 2022-08-25 13:09:57   STENBOL - Hêzên Ked û Demokrasiyê, di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dê bi dirûşmeya “Em li dijî şer û mêtigeriyê aştî û wekheviyê dixwazin” li Qada Îskeleya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.     Bernameyên gelek bajaran ên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar bûn. Yek ji van bajaran jî Stenbol e. Îsal jî dê Hêzên Ked û Demokrasiyê pêşentiya 1’ê Îlonê bikin û ji bo cih jî Qada Îskeleya Kadikoyê hat diyarkirin. Hêzên Ked û Demokrasiyê di 1’ê Îlonê de li Kadikoyê bi dirûşmeya “Em li dijî şer û mêtigeriyê aştî û wekheviyê dixwazin” dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    Îsal penaber û Dayîkên Aştiyê ên bûne hedefa desthilatê jî dê axaftinekê bikin û helwestên xwe yên aştiyê berz bikin. Daxuyanî dê bi muzîkê bi dawî bibe.