Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da 2022-08-25 14:15:33 ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku ciwanê bi navê Agît Dayan (23) li gundê Cêleka ya navçeya Basaya Şirnexê xwe kuştiye.     Hat îdiakirin ku ciwanê bi navê Agît Dayan ê 23 salî ji ber sedemekî nediyar xwe kuştiye. Malbat serê sibê bi dengê demanceyê diçin mala ku Dayan lê dimîne û dibînin ku Dayan di nava xwînê de ye. Malbat bang li tîmên tenduristiyê kir û tîmên hatine cihê bûyerê diyar kirin ku Dayan jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tenduristiyê cenazeyê Dayan ji bo karên otopsiyê birin Nexweşxaneya Şirnexê.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.