6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan 2022-08-25 16:38:27   STENBOL - Bi banga HDP’ê 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan.   Bi banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a “Tifaqa Demokrasiyê” Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Pertiya Kedê (EMEP) li avahiyê Serokatiya Bajêr a TÎP’ê civiyan. Li eywana ku civîn lê hate kirin de pankarta ku remza 6 partî û rêxistinan li ser hebû û li ser “Bi piştevanî, têkoşîn û hêviyê bi hev re ne” li ser dinivîsî hate daliqandin.    Hevserokên HDP'ê yên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û Cigirê Hevserokên HDP'ê Tûncer Bakirhan, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz û Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Berdevka TÎP’ê Sera Kadigîl û Cigirê Serokê Giştî Dogan Ergun, Berdevkê SMF’ê Bariş Kayaoglû û endamên Desteya Rêveber a Navendî (MYK) Mahîr Gurz û Erdal Ataş, Berdevkê TOP’ê Perîhan Koca, Desteya Berdevkan Pelîn Kahîlogullari û Tamer Dogan, Berdevkê EHP’ê Ozge Akman û endamê Desteya Navendî Hakan Ozturk tev li civînê bûn.   Di civînê de di serî de geşedanên li Cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dê bên axaftin û tê payîn ku dê nexşerêya çareseriya van pirsgirêkan dê bê diyarkirin. Di civînê de dê tevî navê deklerasyona tifaqa partiyên tev li civînê bûne û dîroka parvekirina vê deklerasyonê jî bê diyarkirin.    Civîn ji çapemeniyê re girtî dest pê kir û hat destnîşankirin ku dê piştî civînê nivîseke agahdariyê were parvekirin.