Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir 2022-08-25 21:52:33   ŞIRNEX- Li cihê ku dar lê tên birîn qezayek çêbû. Di qezayê de ajokarê qamyona ku diçû darên hatine birîn bar bike, mir.   Li herêmên Besta, Cilênemejan, Gabar û Cudî yên Şirnexê dar bênavber tên birîn. Li Celênemêjan ku dar lê tên birîn, kamyona ku ji bo darên hatine birîn bar bike diçû cihê ku dar lê tên birîn qeza kir. Di qezayê de ajokarê kamyonê yê ku navê wî nehat hînbûn mir.   Cenazeyê ajokar ji bo rapora otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Şirnexê.