ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-26 09:00:07     * Jêrebihûra Ofîsê ya li navçeya Yenîşehîrê ji ber ku nayê paqij kirin kes nikare bi kar bîne. Welatîyên bertek nîşanî vê yekê dan diyar kirin ku ew der bûye cihê kêşana tiryakê û xwestin were paqijkirin.   * Muzeyyen Baran ku li terzîxaneya xwe cil û bergên kurdî didirû diyar kir ku wê bi deyn terzîxaneya xwe vekiriye û bi dû re xwe mezintir kiriye û got: "Bila jin li ber xwe bidin."   * Parêzer Mahmût Kaçan diyar kir ku dara di sûcên li Navendên Paşveşandinê de kiryaran xelat dike û got: “Li ser kaxizê kapasîteyeke Navendên Paşveşandinê heye, lê ev di pratîkê de cuda ye. Navendên Paşveşandinê eynî wekî girtîgehan e."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 536’emîn de berdewam dike.    * Dayika girtiyê nexweşê giran Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, Songul Îlker, ji bo bale bikişîne ser rewş û daxwazên kurê xwe wê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêş girtîgehê bidomîne. (10.00-16.00)   * Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê wê têkildarî mirin, binpêkirin û tecrîda li girtîgehan wê li navenda partiya xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Rêxistina HDP’a Mêrsînê, dê ji ber xebatên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Li navçeya Hezexa Şirnexê wê di pêşengtiya TJA’yê, DBP’ê û Meclîsa Jinan a HDP’ê de ji bo Leyla Karaaslan û 3 zarokên wê yên hatin qetilkirin, wê meşek were li darxistin. (17.00) ZINDÎ   * Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût, wê bi maça fînalê ya li Tesîsên Demîrokê ya Amedê were kirin bi dawî bibe. (19.00)