Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e 2022-08-26 09:03:22 WAN - Parêzer Mahmût Kaçan diyar kir ku dara di sûcên li Navendên Paşveşandinê de kiryaran xelat dike û got: “Li ser kaxizê kapasîteyeke Navendên Paşveşandinê heye, lê ev di pratîkê de cuda ye. Navendên Paşveşandinê eynî wekî girtîgehan e."     Li Tirkiyeyê li Navendên Paşveşandinê (GGM) penaber bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Li Navenda Paşveşandinê ya Wanê Lutfullah Tacîk ê 17 salî hatibû kuştin, peywirdarên "ewlehiyê" dest avêtibûn Z.N. ya Îranî. Gelek bûyerên bi vî rengî û yên îşkenceyê rû didin li GGM'yan. Endamê Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Baroya Wanê Mahmût Kaçan bal kişand ser van binpêkirinên mafan û got: "Em li Navendên Paşveşandinê dibin şahidê gelek binpêkirinên mafan ên sîstematîk û pêkanînên xerab."    ‘DEMILDEST TÊN DERSÎNORKIRIN'   Kaçan bibîr xist ku ev 7-8 sal in li Tirkiyeyê GGM hatine avakirin û got: “Niha weziyeta GGM’yan, di biniya ya girtîgehan re ye. Em li GGM'yan dibin şahidê binpêkirinên mafan ên sîstematîk û muameleya xerab. Em vê yekê ji ber tiştên hatine serê muwekîlên xwe dizanin. Em dizanin ku gelek bûyer nayên dîtin û bi raya giştî re nayên parvekirin. Tew em dibin şahidê gelek binpêkirinan ên giliyên wan nayên kirin. Ji sedemên vê yek jê jî, kesên li wir nikarin xwe bigihînin merciyên hiqûqî yên karibin dengên wan ragihînin. Sedema din jî, ew e ku kesên mafên wan tên binpêkirin demildest ji aliyê îdareyê ve tên dersînorkirin. Em dizanin ku gelek kes bi vî awayî hatine dersînorkirin."   Kaçan dîmenên îşkenceya li GGM'ya Kayseriyê bibîr xist û got: “Tu cihêkarî tune ye derbarê kesên mafên wan tên binpêkirin. Dixwazî bila penaberek bi binpêkirina mafan re rû bi rû bimîne û dixwazî bila welatiye, divê ceza heman ceza be. Ev sûc in. Ev sûc li GGM'yan tên kirin û mexdûr koçber/penaber in, lê ev nayê wateya ku dê giraniya vî sûcî ji holê rabe. Ev rewş binpêkirineke cidî ya mafên mirovan e û pêwîst e di warê hiqûqî de piştgiriya wan kesan bê kirin, lê xwegihandina van navendan pir zehmet e. Ji xeynî parêzeran ne pêkan e ku kes xwe bigihîne van deran."    BÊCEZATΠ   Kaçan bibîr xist ku Lûtfîllah Tacik (17) ji ber tahdeya polîsan a li GGM'ya Wanê jiyana xwe ji dest daye û got: “Me 8 salan vê dozê şopand. Piştî 8 salan polîsên kiryar hatin xelatkirin. Biryarên darazê yên derbarê dosyayên bi vî rengî de çanda bêcezakirinê xurt dike. Di dawiya vê bûyerê de ger polîs cezayê ku heq dikir bigireta, me yê dîmenên li Kayseriyê temaşe nekirana."   Kaçan da zanîn ku kapasîteya giştî ya GGM'yan li Tirkiyeyê bi awayekî fermî 20 hezar û 540 kes e û got: "Li ser kaxezê kapasîteya GGM'ê heye, lê ev di pratîkê de cuda ye. GGM jî eynî wekî girtîgehan e. Ger kapasîteya girtîgehê ji bo qawîşekê 10 kes be, 20 kes lê dimînin, piraniya wan li erdê radizin. Ev tişt li GGM'yan jî wiha ye. Dema GGM'ya Wanê hat avakirin, kapasîteya wê 750 kes bû, lê paşê gotin hezar kes e. Em dizanin ku ji vê kapasîteyê pir zêdetir mirov li vir dimînin û rewşa GGM'yên li bajarên din jî ne kêmî ya Wanê ye."   ‘NE LI GOR STANDARDA NE'   Kaçan diyar kir ku penaberên li GGM'yan dimînin herî zêde ji şert û mercên navendên ku lê dimînin gazinan dikin û got, penaber ji ber odeyên qelebalix, nederketina derve, qalîteya xwarinê, paqijî û hewayê, bi zimanê xwe yê zikmakî neşopandina weşanekê, binpêkirina mafê xwendina pirtûk û kovaran û temaşekirina televîzyonê û guhdarkirina radyoyê bi gazin in. Kaçan destnîşan kir ku GGM ne girtîgeh in û got: “Kesên li wir dimînin ji aliyê perosnelên wir  ve tên tacîzkirin. Du sal berê li GGM'yê dest dirêjî jineke Îranî hat kirin. Personel baş nêzî wan nabin. Penaber ji bo daxwaznameyê nikarin kaxiz û pênûsê jî peyda bikin. Gelek biryarên binpêkirina mafan ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene derbarê GGM'yan de, bi taybetî jî derbarê GGM'yan Kûmkapiyê de. GGM, ne li gorî standardên mafên mirovan in."    ‘POLÎTÎKAYÊN ROJANE'   Kaçan dersînorkirina penaberên xwedî nêrînên muxalif wekî “polîtîkayên rojane yên ji bo raya navxweyî tê meşandin” nirxand û got: “Di demên dawî de li Tirkiyeyê bi pêşengiya partiyeke faşîst li dijî koçberan kampanyayeke bi vî rengî hatiye destpêkirin. CHP jî dem bi dem beşdarî vê kampanyayê dibe. Penaber û koçber wekî çavkaniya pirsgirêkên li welêt bin hedef tên nîşandan. Koçber û penaber mecbûr in guh bidin qanûnên welatê ku lê dimînin, lê ev nayê wê wateyê ku penaber nikarin maf û azadiyên xwe yên bingehîn bi kar bînin. Welatiyekî Tirkiyeyê çi qasî xwedî mafê jiyanê, mafê fikr û ramanê û mafê nedîtina îşkenceyê be, penaberek jî xwedî van mafan e. Hin penaber ji ber fikrên xwe tên dersînorkirin. Ev binpêkirina mafan e.”   ‘NAVENDA QEBÛLKIRINÊ VEGUHERÎ GGM'YÊ'   Kaçan anî ziman ku GGM ji aliyê fizîkî ve jî ji bo mafên mirovan ne guncav in û got: “Avahiya ku wekî ya GGM'ya Wanê tê bikaranîn, a rast wekî navenda qebûlkirinê hatibû çêkirin. Ji bo karên ewraqan ên serlêdanên penaberiyê hatibû çêkirin, lê piştre wekî GGM'yê hat bikaranîn. Dihat îdiakirin ku li wir ewleyiya derve di destê cendirme û cerdevan de ye. Ev navend, ne li gorî pîvanên neteweyî û navneteweyî ye. Kesên li wir tên ragirtin nikarin xwe bigihînin prosedurên penabertiyê. Gava kesek li wir bê ragirtin îhtimala wî/ê ya serlêdana parastina navneteweyî pir kêm e. Gava parêzer ji bo hevdîtina bi kesekî/e re diçûn wir, muxatab esker bûn û ev yek dijî qanûnê ye. Dibêjin 'personel nîn in', lê nebûna personelan nayê wateya ku pêkanîna li wir pêkanîneke mafdar e. Li Tirkiyeyê li hemû GGM'yan heman pirsgirêk rû didin."