Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin 2022-08-26 11:30:19   WAN - Cenazeyê Ferhat Atsak ê HPG’î ku di şerekî li navçeya Licê de jiyana xwe ji dest dabû û piştî mehekê dabûn malbatê, bi tev li bûna gelek kesan li navçeya Ebexê hate veşartin.    Cenazeyê Ferhat Atsak (Mahîr Tendurrek) ê HPG'î ku di 20'ê Tîrmehê de li bejahiya Licê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û anîbûn Saziya Tiba Edlî ya Amedê, piştî mehekê dan malbatê. Cenazeyê ku malbatê ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê wergirt, bir gundê Teqîze yê girêdayî navçeya Ebexa Wanê. Piştî vecîbeyên olî hatin pêkanîn cenazeyê Aksak bi tev li bûna gelek kesan hate veşartin.