Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin 2022-08-26 13:01:46 RIHA - Endama Meclisa Ciwanên HDP'ê ya Rihayê Senem Erîş a ku bi malbata Şenyaşar re nobetê digire, diyar kir ku ew ê têkoşîna Emîne Şenyaşar mezin bikin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9'ê adara 2021'an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 536'emîn de berdewam dike. Dayîk û kur serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derketin li qada ku weke "Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar" tê binavkirin, dest bi çalakiyê kirin. Endamên Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî dan nobeta malbata Şenyaşar bûn.    TÊKOŞÎNA EMÎNE ŞENYAŞAR   Ji ciwanên HDP'î Senem Erîş Emîne Şenyaşar nîşan da û ev tişt gotin: "Li gel hemû zext, tundî, binçavkirin û acizkirinan li vir têkoşîna xwe berdewam dike. Em wek ciwanên HDP'î îro careke din li cem dayika Emîneyê ne. Em heqîqetê dizanin. Em dibêjin têkoşîna dayika Emîneyê têkoşîna me ye. Îro em ji bo têkoşîna dayika Emîneyê mezin bikin hatin vê derê. Kujer diyar in, yên ku wan pak dikin û diparêzin jî diyar in. A rastî li gel me her kesek vê heqîqetê dizane. Dê êdî nikarin vê yekê veşêrin. Em dixwazin ku kujerên diyar, bên cezakirin. Bila êdî edalet pêk were. Em ji bo vê yekê li vir in. Heya ku edalet pêk were em ê li vir, li cem dayika Emîneyê bin."   DAXWAZA EDALETÊ   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesaba Walîtiya Rihayê etîket kir û ev peyam parve kir: "Li dijî hiqûqa serdestan daxwaza maf, daxwazeke rewa û demokratîk e. Dilê dayikê naşibe tu tiştekê, heya ku edalet pêk were dê mala min bibe pêşiya deriyê vê qesrê."