‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’ 2022-08-26 15:02:13   MÊRSÎN - Hevserokê Rêxistina Bajêr ê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz destnîşan kir ku desthilat ji hêla aştiya civakî ve welat ber bi karesatê ve kaş dike û welatî vexwendin çalakiya aştiyê ya 1’ê Îlonê.    Halkların Demokratik Partisi (HDP) Mersin İl Örgütü, 1 Eylül Dünya Barış Günü kapsamında düzenlenecek etkinliğe ilişkin parti binasında basın toplantısı düzenledi. Türkçe ve Kürtçe “Savaş kaybettir, barış kazandırır” yazılı pankartın açıldığı toplantıya HDP Mersin Milletvekili Fatma Kurtulan ile birçok kişi katıldı.    Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiyê partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser kurdî û tirkî “Şer dide windakirin, aştî dide qezenckirin” dinivîsî hat vekirin û tevî Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtalan, gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    ‘HELWESTA WAN A LI DIJÎ AŞTIYÊ LI HOLÊ YE’   Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz ê li ser girîngiya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê sekinî, anî ziman ku desthilat di xala aştiya civakî de welat ber bi karesaetê ve kaş dike û ev tişt gotin: “Fatoreya giran a polîtîkayên şer û tecrîda mutleq ku pergal li ser gelan dimeşîne, ji aliyê aboriyê ve dîsa gel didin. Nêzîkatiyên zext û êrişên desthilatê ên li dijî gelan, zimanan, çandan, nêrîn û fikran, terzê jiyanan, huner û hunermendan, jinan û ciwanen  nîşan dide ku desthilat çiqas ji aştî û aramiya civakê dûr e.”    BANGA ÇALAKIYÊ    Sariyildiz destnîşan kir ku dê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê, 1’ê Îlonê roja pêncşemê dê li Parka Ozgur Çocûkê çalakiyek bê li dar xistin û gel vexwend çalakiyê.