Kolberek hat qetilkirin 2022-08-26 16:08:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên leşkerên Îranê de, kolberek hat qetilkirin.    Li ser sînorên Banê-Birwêşkanî ên Rojhilatê Kurdistanê leşkerên Îranê gule li kolberan barandin. Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Rêbwar (28) ku paşnavê wî nehate zanîn hat qetilkirin. Hat destnîşankirin ku Rêbwar ji gundê Quliyava yê Banê ye.