Li Geverê mirineke bi guman 2022-08-26 23:49:15   COLEMÊRG - Li Geverê ciwanê bi navê Demhat Akdogan yê 20 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Îro danê êvarî li navçeya Gever a Colemêrgê ciwanê bi navê Demhat Akdogan ê 20 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Akdogan ji bo dikana xwe ya nanpêjiyê çûye embarê ku êzingan bîne. Lê piştî ku demeke dirêj venageriyaye bavê wî çûye dû wî. Hat gotin ku gava bavê wî çûye embarê dîtiye ku kurê wî Akdogan xwe bi dar ve kiriye û jiyana xwe ji dest daye.    Hat ragihandin ku bavê Akdogan cenazeyê wî rakiriye Nexweşxaneya Dewletê a Geverê û ji vir jî ji bo otopsiyê ew birine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.    Hat zanîn ku dê piştî otopsiyê cenazeyê Akdogan li Geverê bê veşartin.