Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin 2022-08-27 12:21:12   COLEMÊRG - Ciwanê 20 salî yê bi navê Demhat Akdogan ku li navçeya Geverê bi awayek guman jiyana xwe dest dabû, li Goristana Bajêrge hat definkirin.   Duh di danê êvarê li navçeya Gevera Colemêrgê ciwanê bi navê Demhat Akdogan ê 20 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku Akdogan ji bo dikana xwe ya nanpêjiyê dema diçe ku êzingan bîne piştî demeke dirêj venageriyaye, bavê wî li hawarî diçe. Hat gotin ku gava bavê wî çûye embarê dîtiye ku kurê wî Akdogan xwe bi dar ve kiriye û jiyana xwe ji dest daye.    Malbatê cenazeye lawê xwe ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Vê sibehê karûbarê otopsiye qediya û malbatê cenaze bir Goristana Bajêrge ya Geverê û li vir bi merasîmekê veşart. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û rêveberên HDP û nûnerên saziyên sivîl jî beşdarî merasîma cenaze bûn.