Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-08-27 15:32:52   STENBOL – Ebrû Tîmtîk a ji bo daxwaza darizandina adilane ketibû rojiya mirinê û di roja 238’emîn de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe ya li Goristana Gazî hat bibîranîn.    Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Şaxa Stenbolê û Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) Ebrû Tîmtîk a ji bo daxwaza darizandina adilane ketibû rojiya mirinê û di roja 238’emîn a çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora wê ya li Goristana Gazî ya Stenbolê bi bîr anî. Di bîranînê de pankarta “Ebrû Tîmtîk nemir e” hat vekirin.    Li ser gora Tîmtîk nameya ku hevalên wê jê re nivîsandibûn hat xwendin. Di nameyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna Ebrû daye her çiqas wek fîzîkî bi dawî bûye jî lê dê mîrateya têkoşîna wê neyê jibîrkirin.    ÊM Ê LÊGERÎNA DADÊ BIDOMÎNIN   Nameyê havalên Tîmtîkê jê re nivîsandibû Serokê Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD) Çîgdem Akbûlût xwend. Di nameyê de hat gotin ku ew 14’ê Hezîranê Roja Mafê Darizandina Adilane ya Cîhanê ser navê Ebrû pîroz dikin û xelatan belav dikin û wiha hat gotin: “Em ê lêgerîna dadê bidomînin. Wekî rêhevalê te Barkin, wekî dayika Şenyaşar. Tu ji bo dadê jiyayî, niha dê navê te dê di bîra gelên cîhanê de bi edaletê re, cihê ku layîk e dê bisekine. Em ê te di hişê xwe û dilê xwe de bi kêfxweşî, germahî, heskirin û hêviya bi cih bikin.”   STRAN GOTİN, QURNEFÎL DANÎN   Hevpîşeyên Tîmtîkê strana “Ji me re mirin nîn e” a Grûp Yorûmê xwendin, piştre qurnefîl danîn ser gora wê. Bîranîn bi berzkirina dirûşma “Ebrû Tîmtîk nemir e” bi dawî bû.