Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan 2022-08-27 15:51:54   STENBOL - ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku girtiyê nexweş Kemal Gomî yê 30 sal in girtî ye tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê û rapora ATK’ê jî nayê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 544’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya komeleyê pêk hat û vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Gomî yê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa R’yê tê ragirtin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bila girtiyê nexweş Kemal Gomî bê berdan” hildan.    GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN    Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Ferît Barût daxuyaniya vê hefteyê xwend û Barût destpêkê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest tavilê girtiyên nexweş bên berdan.    LI GEL BIRYARA DMME’YÊ Û RAPORA ATK’Ê JÎ NAYÊ BERDAN    Barût diyar kir ku Kemal Gomî bi nexweşiya “Şîzofreniya Rezîduel” ketiye û ew nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Barût anî ziman ku rewşa Gomî bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) jî hatiye piştrastkirin û ew ji sala 1993’yan ve girtî ye û ji ber cezayê muebedê yê girankirî lê hatiye birîn ew di hucreya yek kesî de tê ragirtin û tevî ku nexweşxaneyê gotiye divê bê berdan jî nayê berdan. Barût destnîşan kir ku her çiqas Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Gomî de biryara binpêkirinê daye jî û ATK’ê raporên nikare di girtîgehê de bimîne jî amade kiriye lê dîsa jî Gomî nayê berdan û terkî mirinê hatiye kirin. Barût da zanîn ku tevî biryara DMME’yê jî ragirtina Gomî ya li girtîgehê metirsiyê bi xwe re tîne û xwest rayedar demildest berpirsiyariya xwe bi cih bînin.