ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-28 09:00:02   * Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz diyar kir ku bi awayekî demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd "rêgeza stûr" a Tifaqa Ked û Azadiyê ye û got, Yekîtiya Hêzê ya Sosyalîst jî di nav de dê hevdîtinê bi rêxistinên ciwan û jinan û sendîkayan re jî bikin.   * Girtiyê nexweş Ekîm Polat ku bi îfadeya şahidê veşarî 24 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ji bo "mafê tenduristiyê" di greva birçîbûnê de ye û dayika wî Songul Îlker jî li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Îlker dixwaze daxwazên kurê wê bên qebûlkirin.   * Derket holê ku girtiyê nexweş Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de hat qetilkirin, di sala 2021’ê de gava sewqî ATK’a Stenbolê hatiye kirin, bi hinceta ku "pereyê wî" tune bûye di rê de cendirmeyan 4 rojan xwarin nedaye wî.    * Sekreterê TMMOB'ê yê Mêrdînê Aydin Aslan diyar kir ku qezaya li Dêrikê ku 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû, ji ber îhmalkariyê pêk hatiye û got, proje nehatine pêkanîn, heman xetere li hemû navçeyan heye û canê gel "erzan" tê dîtin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar, di roja 538'emîn de berdewam dike.    * Meclisa HDK’ê ya Enqereyê wê li Tum Bel-Senê bi mijara “Mafê Aştiya Civakî” konferansekê li dar bixe. (13.00)   * Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê dê di 28’emîn meha Komkujiya Roboskê de li ber Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Îmam Sadik Tûrhalli yê ji aliyê Hîzbûlkontra ve hatibû qetilkirin wê li Amedê were bibîranîn. (18.00)   * Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) ji bo hevgirtina 16 rojnamegerên li Amedê hatine girtin û çapemeniya azad dê li Navenda Çanda Cemîl Candaş a Şîşliyê konserekê li dar bixe. (19.00) ZINDÎ