21 kesî jiyana xwe ji dest dabû: Heman xetere ji bo hemû navçeyan derbasdar e 2022-08-28 09:04:10     MÊRDÎN - Sekreterê TMMOB'ê yê Mêrdînê Aydin Aslan diyar kir ku qezaya li Dêrikê ku 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû, ji ber îhmalkariyê pêk hatiye û got, proje nehatine pêkanîn, heman xetere li hemû navçeyan heye û canê gel "erzan" tê dîtin.   Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di 20’ê Tebaxê de 2 TIR’ên ku ji Tesîsên Etî Bakir a Cengîz Holdînga bar hilgirtibûn û bi rê ketibûn, di rê de qeza kiribûn û bûbûn sedema mirina 21 kesan. Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Dêrikê jî derbarê qezayê de biryara "qedexeya weşanê" dabû, lê derketibû holê kur di qezayê de gelek îhmalkarî hene. Derketibû holê ku Navenda Koordînasyona Veguhastinê (UKOME) ji bo rêya ku qeza lê çêbûbû pêşniyaz kiribû ku rê li ber wesayîtên tonajgiran bê girtin, lê pêşnîyaza wê ji aliyê Qeymeqamtiya Dêrikê û Amîrtiya Polîsan a Dêrikê ve nehatibû bersivandin û bi vî awayî çûnhatine wesayîtên tonajgiran dewam kiribû. Her wiha hat hînbûn ku projeya rêya hawirdorê ya Dêrik-Şemrexê jî 18 meh berê temam bûye, lê hê jî dest bi çêkirina wê nehatiye kirin.    TMMOB: BILA RÊ JI TIR'AN BÊ GIRTIN   Baroya Mêrdînê di daxuyaniya xwe ya derbarê bûyerê de îşaret bi wê yekê kiribû ku berpirsiyarî tenê ne ya ajokarên her du TIR'an e û gotibû, heçî kesên îhmala wan di vê bûyerê de heye hemû bên darizandin. Lijneya Koordînasyona Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Mêrdînê jî, îhmalkariyên di qezayê de yek bi yek bi rêz kiribûn û bang kiribû ku rêya di nava Dêrikê re derbas dibe ji bo çûnhatina TIR'an bê girtin.    JI BO HEMÛ NAVÇEYÊN BAJÊR TALÛKE YE   Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê Aydin Aslan, têkildarî îhmalkariyê di qezayê de û tevdîrên divê bên girtin de axivî. Aslan destnîşan kir ku tenê Dêrik hemû navçeyên bajêr bi vê xetereyê re rû bi rû ne. Aslan anî ziman ku çavkaniya pirsgirêkê "helwesta dudilî ya dewletê ya li hemberî herêmê" ye û got, îhmala sereke ya li Dêrikê ew e ku piştî qezaya ewil, li herêmê tevdîrên ewlehiyê nehatine girtin. Aslan bilêv kir ku ev yek rê li ber qezaya duduyan vekiriye. Aslan da zanîn ku rê kontrol kirine û dîtine ku têkildarî rê hin pirsgirêk hene û got, lewheyên hişyariyê kêm in û wesayîtên tonajgiran ên di rê de diçin û tên bêyî tevdîr bên standin destûra wan hatiye dayîn.    ‘HELWESTEKE DUDILÎ'   Aslan anî ziman ku Cengîz Holdîng xwezaya herêmê talan dike û di gelek waran de dibe cihê pirsgirêkan û got, ji bo Cengîz Holdîng bar veguhêzîne tesîsên Etî Bakirê ji Amedê heta Şemrexê pergala rêhesiniyê hatiye çêkirin û got: “Eger karibin vê bikin, dikarin ji bo wê rêyê jî tevdîran bigirin. Dikaribûn tevdîran bigirin. Mixabin canê gelê me erzan dibînin. Di hin rewşan de, tiştên dualî çêdibin. Pêkanîneke li vir û ya li bajarekî din ne wekî hev e. Dikaribûn vê yekê li gor çûnhatina TIR'an çêbikirana. Qet nebe dikaribûn rampeyeke revê çêbikirana. Ger rampayeke revê yê bi qasî 50-100 metreyî dûrê Dêrikê hebûna, dê pêşî li ber vê karesatê bihatana girtin. Lê ji ber ku li hemberî gel xwedî pêşdarazî ne, wê wekî amûrek gefê bi kar tînin."   PROJE TUNE ÎCRAET TUNE!   Aslan da zanîn ku hemû wesayîtên tonajgiran di nava bajêr re derbas dibin û dibin sebeba qezayan û got: “Lê di bin navê 'projeya rêya hawirdorê' de her tim ewarekirinek heye. Mixabin nayê pêkanîn. Yên ku pesnê xwe bi gelek rêyan didin, tenê rêyên li ber çavan çêdikin. Dibêjin em ê ranteke çawa bi dest bixin, çawa rayan bi dest bixin. Ji bo Artuklûyê jî ev nêzî 5 sal in dibêjin 'proje heye' lê nayê pêkanîn.”   ‘JI BER KU RANT TUNE YE NAYÊ ÇÊKIRIN'   Aslan bilêv kir ku sedema nebûna kontrolê ew e ku TIR ên kê ne û barên kê dikişînin. Aslan got: “Ev bêhiqûqîtî û bêedaletî li her derê heye. Îro dema karek bê kirin an jî xizmetek bê kirin, gava tê de rant tune be nayê kirin. Ma gere li Artûklû, Qoser an jî Dêrikê felaket rû bidin? Li Artûklûyê TIR di nava bajêr re derbas bibin. Rêya Hevrişimê rêyeke navneteweyî ye, rojê belkî bi hezaran TIR diçin û tên û hemû jî di nava bajêr re derbas dibin."    PÊŞNIYAZ   Aslan anî ziman ku li hemberî qezayan Pergala Kontrola Elektronîkî pêkan e û ev pêşniyaz kirin: "Zêdekirina kontrolê, lênihêrîna wesayitên tonajgiran, tesbîtkirin û çareserkirin pirsgirêkên rêyan, cîbicîkirina projeyên rêyên hawirdorê û di nava bajêr re qedexekirina çûnhatina wesayîtên tonajgiran."    MA / Ahmet Kanbal