Salih Muslim: Hevdîtinên Enqereyê û Şamê ne çareserî ye 2022-08-28 11:36:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ê nêzîkatiya di navbera Enqereyê û Şamê de şibande "zewaca bi darê zorê" wiha got: "Ne ji bo Sûriyeyê ne jî ji bo pirsgirêka kurd ne çareserî ye. Encamên wê jî wê pir xeter bin."   Êrişên dewleta tirk û hêzên paramîlîter ku piştgiriya wan dike yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrişên didomin, civîna di 19'ê tîrmehê de li Tehranê pêk hat, hevdîtina Soçiyê û nêzîkbûna hev a Enqereyê û Şamê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.    Muslim, bi bîr xist ku dewleta tirk 7 sal in ne tenê li ser Rojava li dijî temamiya Kurdistanê şer dike û got: "Bi tank û topan siyaseta qirkirinê dimeşîne. Bi her tiştên di destê xwe de êrişî kurdan dike. Êrişên li ser Rojava jî parçeyek ji vî şerî ye. Ya duyemîn; bi vê rêveberiya faşîst re kurdofobî heye. Lewma ji bo kurdan tune bike û planên xwe pêk bîne, kî çi bixwaze dide. Dide Rûsan jî dide Îranê jî. Ji bo Kurdan têk bibe tiştê nayê bîra kesî dike. Gotinek heye ku dibêje 'Bila kurd dayika xwe nebîn'. Bi rastî jî bi vî rengî ye. Çi hêzên navneteweyî çi jî NATO li ser kurdan vê polîtîkayê dimeşînin. Ji bo ku kurd tune bibin. Ne tenê Rûsya yên din jî bi heman rengî dibêjin, 'Tu ji bo me vî tiştî bike, em jî ji bo we dê li hemberî Kurdan bêdeng bin, yan jî bi rê û rêbazên cuda bibin alîkar'. Vê bi kar tînin. Kurdofobiya Tirkiyeyê bi kar tînin."   Salih Muslim di vê çarçoveyê de işaret bi civîna li Tehranê kir ku serokên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tev li bûn û wiha dewam kir: "Di vê civînê de qaşo li ser meseleya Sûriyeyê axivîn. Di nav de kesekî ku kurdan û Sûriyeyê temsîl bike nîne. Lewma her kesî bi ya xwe kir. Ji bo êrişê destûr ji Tirkiyeyê re nehate dayin. Bi rastî jî eger êrîşeke berfireh bibe, dikare gelek tiştan tev li hev bike. Li Til Rifet û Minbicê ku Tirkiyeyê plan li ser çêkiriye, gelek hêz hene. Îran heye, Rûsya heye, yên din hene. Yekîneyên kurdan ên xwecihî hene, rejîma Sûriyeyê heye. Wê bandorê li gelek tiştan bike. Ji ber vê yekê tiştekî gelekî xetere ye. Lewma rê nedan. Gotin 'Tu dikare bi rêbazên berê dewam bike. Bi drone, tank û topan dikarî li kurdan bixî'. Gotin 'Eger şerekî bi vî rengî berfireh bibe wê zerarê bide me hemûyan'. Piştî hevdîtina li Tehranê, êrîşên li ser sivîl, leşkerî, hêzên ewlekariya hundirîn zêde bûn."   'TIRKIYE KETE HEMBÊZA RÛSYAYÊ'   Hevserokê PYD'ê Salih Muslim hevdîtina li Soçiyê jî bi bîr xist, ku piştî hevdîtina li Tehranê pêk hat û wiha lê zêde kir: "Bi dîtina me, li Soçiyê ji şêwiriya bi hev wêdetir, Pûtîn ferman da û got, tu yê vî tiştî bike, vî tiştî neke'. Bêguman meseleya kurd û meseleya Sûriyeyê jî parçeyek ji vê bû. Lê belê ji van jî wêdetir gelek tiştên din hebûn. Santrala nukleerê û hwd. li qada enerjiyê gelek peyman çêkirin. Rûsan dest danîn ser van hemûyan. Tirkiye kete hembêza Rûsyayê. Kes qala vê nake. Tenê qala meseleya Sûriyeyê dike. Di meseleya Sûriyeyê de jî bi rengekî eşkere hem wan gotin, hem jî Rûsan gotin, 'Em ê bi rejîma Sûriyeyê re çareser bikin'."   'HEVDÎTIN WÊ TU ENCAMAN BI XWE RE NEÎNE'   Muslim, têkildarî gotegotên hevdîtineke gengaz a navbera Erdogan û Beşar Esad jî ev tişt vegotin: "Rejîma Sûriyeyê li ser kurdên Sûriyeyî ji xwe xwedî planekê bû. Em ji berê ve vê dizanin; piştî salên 1970'î di mijara kurdan û guhertina demografiyê de gelek hewldan hebûn. Niha jî hewl didin vê bikin yek. Hem planên Tirkiyeyê, hem planên rejîma Sûriyeyê, hem daxwazên Rûsyayê. Tirkiye bi rastî jî wê di vir de zêde winda bike. Erdogan jî bi vê dizane. Lê belê rewşeke tengav e. Eger vê neke wê çi bike? Dikare êrîş bike? Ne tenê meseleya kurdan, her wiha meseleya Idlibê û tevahiya Sûriyeyê heye. Ya duyemîn; di bin pirê de gelek av derbas bû, ku êdî ji bo li hev bicivin û bi hev re tevbigerin divê îqna bikin."   Muslim ji pirsa "Eger nêzî hev bibin, wê encameke çawa bi xwe re bîne?" re ev bersiv da: "Faşîzma tirk her kesê dixapîne. Ev yek li ser Sûriyeyê gelek caran kir. Gelo bi rastî jî bi gotinên nû dibêje, dewleta tirk an Erdogan wê karibin rêveberiya Şamê îqna bikin? Wê karibe atmosfereke baweriya bi hev biafirîne? Zehmet e. Rêveberiya Sûriyeyê ewqasî ehmeq nîne, ku rabe her tiştî hembêz bike. Lê belê ev yek heye; Rûsya li ser rejîma Sûriyeyê serwer e. Dibe ku jê tiştekî bi vî rengî bixwaze. Bi rengekî eşkere dikare bixwaze, yan jî veşartî. Ji xwe fermanên xwe çi be wê ji Erdogan re bibêje. Dikare wan li hev bide rûniştandin. Ev ê bibe hevdîtineke ferzkirî. Çareseriyê wê bi xwe re neîne. Ne ji bo Sûriyeyê ne jî ji bo kurdan... Tiştekî wê bi xwe re neîne. Bi dîtina min encamên wê jî wê gelekî xetere bin. Wê bibe zewaceke ferzkirî."   'LI SER MESELEYA KURD HIN TIŞTAN BI HEV RE DIFIKIRIN'   Muslim, têkildarî hevdîtineke li ser piyan a Mevlut Çavûşoglû ya bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê re ku beriya 10 mehan hatibû kirin û niha kete rojevê jî wiha axivî: "Gotin ku hevdîtineke li ser piyan a beriya 10 mehan bû. Bi dîtina min hevdîtineke li ser piyan hebû, li hev rûniştin. Mesele ew jî nîne. Em zanin ku îstîxbarata rejîma Sûriyeyê li Moskowayê û gelek deverên din bi MÎT'ê re hevdîtin kiriye. Lê belê manîdar e ku bûyereke berê qewimî ye niha eşkere kirine. Bêguman hewl didin bandora wê fêhm bikin. Her wiha dixwazin peyamê bidin hin deveran; muxalefeta Sûriyeyê, rejîma Sûriyeyê. Lê belê dibe ku vê demê rasteqîn nebe. Ji ber ku meseleyên cuda jî hene. Meseleya Idlibê ji meseleya kurd girantir e, bêhtir tev li hev e. Heyet Tehrîr El Şam, Cephet El Nûsra, komên din ên radîkal vê yekê ti carî qebûl nakin. Wê ji vê yekê re çawa çareyê peyda bikin? Tiştekî tevlîhev e. Lewma mîna gotineke ji ber xwe ve gotiye xuya dike. Lê belê li ser meseleya kurd dibe ku hin tiştan bi hev re difikirin. Lê bawerim wê nikaribin bikin. Ji ber ku zehmet e Sûriye bi hêza xwe li çareseriyeke leşkerî bigere. Bi taybetî rêveberiya li vir û QSD li hemberî rejîmê neketin nava helwestekê. Her tim dixwaze bi rêya diyalogê çareseriyê çêbikin. Lê belê eger Tirkiye rabe zorê bide rejîma Sûriyeyê, bi dîtina min wê nikaribe bi ser bikeve."   'PEYMANA EDENEYÊ PEYMANEKE FERMÎ NÎNE'   Muslim, niqaşên li ser nûkirina Mutabaqata Edeneyê jî ev nirxandin kirin: "Mutabaqata Edeneyê ji xwe peymaneke fermî nîne. Ya duyemîn, di navbera rêxistinên îstîxbaratê de hate gotin, tu yê nizanim bi 5 kîlometreyan karibe bikeve hundir, beriya çend rojan divê tu agahiyê bide û bikeve hundir, piştre jî vekişe. Ev peyman divê ne ku bê nûkirin, divê ji holê bê rakirin. Lê belê Tirkiye hîn jî ji bo van bike bahaneyê dixwaze. Edene bahane ye, ji ber ku tiştekî din tune ye. Ji xwe lihevkirina ku jê re Peymana Edeneyê dibêjin, lihevkirineke navbera du îstîxbaratan e. Ne li Neteweyên Yekbûyî qeyidkirî ye ne jî wateyeke xwe ya navneteweyî heye. Ne haya gelê Sûriyeyê ji vê heye, ne jî li parlamentê hatiye qebûlkirin. Beriya ku ev êrîş bêne kirin haya gelê Sûriyeyê ji Mutabaqata Edeneyê tune bû. Tiştekî ku bi veşartî hatiye kirin.   'NE PEKANE KU REJÎMA SÛRIYEYÊ VÊ QEBÛL BIKE'   Niha nîqaşên li ser nûkirina wê, hewldanek ji bo çêkirina hincetan ji êrîşan re ye. Niha wê ji ber xwe ve hincetan çêbikin. Cihê ku 30 kîlometre jê re dibêjin, temamiya herêma kurdan e. Dixwazin van deveran ji kurdan xalî bikin. Dixwazin plana xwe ya dagirkeriyê rewa bikin. Ne raya giştî ya navneteweyî, ne gelê kurd ne jî gelê Sûriyeyê vê qebûl dike. Kes qebûl nake. Kes nafikire ku tiştekî bi vî rengî bibe. Rêveberiya faşîst a li Tirkiyeyê rûniştiye ji xwe re nexşeyek çêkiriye, dixwaze plana Osmanî pêk bîne. Nepêkan e ku ev yek bibe. Hem gelê kurd li hemberî vê li ber xwe dide, hem jî gelê Sûriyeyê qebûl nake. Nepêkane ku rejîma Sûriyeyê vê qebûl bike."   'FAŞÎZMA DEWLETA TIRK WÊ TÊK BIÇE'   Salih Muslim, destnîşan kir ku gelê Kurd êdî hebûna xwe ispat kiriye û got: "Li ber xwe dide, rêxistiniya xwe pêk aniye. Ev ne tiştekî welê ye ku du alî li hev bikin û tune bikin. Kurd vê qebûl nakin û ev plan bi rê ve naçe." Muslim, diyar kir ku faşîzma dewleta tirk wê têk biçe, gelê kurd wê serbikeve û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di meseleya Rojhilata Navîn de êdî her tişt diyar bûye. Kesên ku berê ji aliyê Tirkiyeyê ve dihatin xapandin wê êdî neyên xapandin. Bawerim pêvajoya ji niha û pê ve wê ber bi aliyekî din ve biçe."