AKP nikare li Zapê pêş bikeve, PDK jê re rê çêdike 2022-08-28 13:48:30   NAVENDA NÛÇEYAN - PDK’ê di Zapa ku 4 sal e AKP nikare pêş bikeve de bi maşîneyên kar dest bi vekirina rê kir.    Êrişên berfireh ên AKP’ê bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe di 17’ê nîsanê de dane destpêkirin berdewam dikin. Artêşa tirk tevî bi bikaranîna çekên kîmyewî û çekên taktîk ên nukleer careke din ket Sendroma Zapê. Bi vê yekê careke din hêzên PDK’ê yên taybet xistin dewreyê. Li gor agahiyên nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi rojan e li herêmên Girê Hekarî û Girê Amediyê şer berdewam dike û PDK bi maşîneyên kar li van herêman dest bi vekirina rêyê kiriye.   Hat destnîşankirin ku hêzên PDK’ê yên taybet di 27’ê tebaxê 2 kepçeyên mezin, 2 bûldozer û 5 wesayît sewqî herêmê kirine û dest bi vekirina rê kirine.    Li ser vê yekê Navenda Parastina Gel (NPG) jî wiha bang li PDK'ê kir: "Ev rêya ku dibe xizmeta dijminên gelê kurd çêneke. Em bang li hêzên Kurdistanî hemûyan dikin ku ji bo pêşîgirtina li çêkirina vê rêyê erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin ku ev rêya ji aliyê PDK'ê ve tê çêkirin ji bilî xizmeta ji rejîma AKP-MHP'ê tu wateya xwe nîne.   Eşkere ye ku anîna vê rêyê ya ji aliyê PDK'ê ve ber bi navenda eniya şer, wê were wateya tevlîbûna yekser a li şer. Di vê demê de rûdana şerekî navbera kurdan wê bibe nebaşiya herî mezin a li hemberî berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd û dijberiya li tevahiya gelê Kurdistanê. Lewma di vê demê de divê PDK karekî bi vî rengî neke. Bi vê armancê em bang li raya giştî ya demokratîk, gelê Kurdistanê, sazî û kesayetên welatparêz dikin ku bikevin nava hewldanan ji bo PDK'ê ji hewldaneke bi vî rengî vegerîne ku dikare bibe sedema şerekî navbera kurdan."